Koma Kamkaran piştî 25 salan wê li Amedê be
Koma muzîkê ya Kamkaran, kevneşopiyên dewlemend ên muzîka Kurdî bi dîsîplîna muzîka klasîk hûnandiye û derxistiye ser dikên cîhanê. Kom piştî 25 salan dê li Amedê konserekê bike.
Diyar bû ku konser dê di saet 21.00ê 12ê Hezîranê de li Dika Vekirî ya Parka Sumerê were lidarxistin.
Tê pêşbînîkirin ku ev konser yek ji hevdîtinên çandî yên girîng e ku piştî demeke dirêj ji bo guhdarên muzîkê yên li Amedê pêk tê. Koma muzîkê ya Kamkaran ji Ewropayê heta Amerîkayê, ji Rojhilata Navîn heta festîvalên navneteweyî li gelek erdnîgariyan derdikeve ser dikê.
Kamkaranê herî dawî di sala 2001ê de, li Stenbol û Amedê konser dabû.
Derbarê Koma Kamkaranê de
Koma Kamkaran (bi navê wê yê fermî yê navneteweyî The Kamkars), yek ji komên herî navdar, kûr û bandorger ên muzîka Kurdî û ya herêmî ye. Ev kom ji xwişk û birayên malbata Kamkar pêk tê ku bi eslê xwe ji bajarê Sine yê Rojhilatê ne. Koma Kamkaran ne tenê di muzîka Kurdî de, di heman demê de di pêşxistin û naskirina muzîka klasîk a herêmî de jî xwedî cihekî girîng û bêhempa ye.
Bingehê Koma Kamkaran di salên 1960î de, li bajarê Sineyê ji aliyê bavê malbatê Hesen Kamkar ve hat avêtin. Hesen Kamkar ku bixwe muzîkjenekî naskirî û hosteyê kemençeyê bû, zarokên xwe ji temenê biçûk de fêrî muzîkê kir û rê nîşana wan da. Komê yekemîn konsera xwe ya fermî di sala 1965an de li bajarê Sineyê li dar xist.
Piştî ku endamên komê ji bo xwendina bilind a muzîkê çûn paytextê Îranê Tehranê, wan li wir zanyariyên xwe yên akademîk xurt kirin û bi hunermendên mezin re xebitîn. Bi vî awayî navûdengê komê li seranserî welat û cîhanê belav bû.
Endamên Koma Kamkaran
Kom bi giştî ji endamên heman malbatê pêk tê û her yek ji wan di warê amûrekê de bûye ustad:
-
Hoşeng Kamkar: (Serokê Komê û Bestekar)
-
Bijan Kamkar: (Daf, Rebap û Stranbêj - Kesê ku amûra dafê xiste nav muzîka klasîk a herêmî)
-
Paşeng Kamkar: (Santûr)
-
Qeşeng Kamkar: (Setar)
-
Erjeleng Kamkar: (Tombak)
-
Ersalan Kamkar: (Ûd û Keman)
-
Erdewan Kamkar: (Santûr - Hosteyê teknîkên nûjen ên santûrê)
-
Hana Kamkar: (Daf û Dengbêj - Ji nifşê nû yê malbatê)
-
Saba Kamkar: (Stranbêj - Ji nifşê nû yê malbatê)
Taybetmendiya muzîka wan
Koma Kamkaran strênên kevnar ên herêmên cuda yên Kurdistanê (Hewraman, Mukriyan, Erdelan û hwd.) berhev dikin û ji nû ve bi şêwazekî polîfonîk (pir-dengî) hûnandin dikin. Amûrên mîna santûr, taran, kemençe û dafê bi teknîkên herî bilind ên akademîk bi kar tînin.
Koma Kamkaran li gelek welatên cîhanê (Amerîka, Ewropa, Brîtanya, dervayî welat) konsêrt pêşkeş kirine; yek ji wan: sala 2003 an li merasim a pêşkeş kirina Xelata Nobel a aşitiyê bi Şîrîn Îbadî yê bû. Herwisa li piranîya festîvalên mezinên mûzîka dinyayê wekî WOMAD bi serperiştî ya Peter Gabriel û SummerStage a New York ê beşdar bûne û li gelek talarên Ewrûpa û Emrîka yê bi awayekî pir bi hêz bername îcra kirne û herdem rêz û aferîna sercem amadebûyan ji xwe re xelat kirnie.
Albûmên wan
-
1993: Barane (Şehram)
-
1995: Agirî Zîndû (Dûrî)
-
1996: Gul Nîşan (Khana Henr / Art House)
-
1997: Colekey Bal Şikaw (Womad)
-
1999: Naley Def (Quarter Tone)
-
1999: Kanî Spî (Khana Henr / Art House)
-
1999: Musîqay Kurdistan (Mariposa)
-
2004: Pirşeng (Soroush)
(AY)