Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e
Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê a Gelan(DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclîsê civîna çapemeniyê li dar xist.
Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşeke cuda heye û destnîşan kir ku piştî biryara “Betalûna Mitleq” a li dijî CHPê gelek pêngavên ku pergala Tirkiyeyê veguherîne, hatine avêtin û wiha got:
“Yek ji van pêngavan jî pakêta darazê ya 12an e. Demeke dirêj e li Tirkiyeyê hîn pêşnûmeyên beriya çêkirina qanûnan, bi awayekî cuda dizîka pêşkêşî çapemeniyê tê kirin. Li ser vê tiştî dixwazin nêzîkatiya raya giştî çi ye, bizanibin. Derbarê mijarên ku dibin sedema înfîalê de gav paşde tê avêtin û belavî demê dibe. Piştre em dibînin bi awayekî cuda tê guhertin û dubare pêşkêşî meclîsê yan jî raya giştî tê kirin.”
LGBTİ+ û jin
Koçyîgît diyar kir ku di pakêta 12emîn a darazê de; wan nêzîkatiyeke sînordarker li hemberî mafên jinan, mafê jiyanê yê LGBTÎ+yan, mafên zarokan û azadiya îfade û birêxistinbûnê ditiye.
Koçyîgît diyar kir ku ew ê li dijî siyaseta cudaxwazî û nefretê ya li hemberî LGBTÎ+yan rawestin û daxuyand: 'Çareserî ne di zext û cezakirinê de ye; di wekhevî, azadî, avakirina aştiyê û avêtina gavên civakeke demokratîk de ye.
Gulistan Kiliç Koçyîgît da zanîn ku rê û rêbazên ji bo derxistina qanûnan ne pêvajoya çêkirina qanûnên demokratîk in û wiha pêde çû:
“Ev qanûn maf û azadiya civakê kêmtir dike. Li ser van qanûnan rê li hember kî welatiyek baş e, maf û azadiya kî dê were sînordarkirin, pêşiya kî bê vekirin û pêşiya kî bê girtin, tê vekirin. Bi vî awayî dixwazin hem qada siyasî, hem qada civakî hem jî pergala hiqûqî dîzayn bikin. Ji ber vê yekê em dixwazin bal bikişînin sernavên di nav pakêta 12an de cih digirin.”
Guhertina qanûna nafakayê
Koçyîgît da zanîn ku biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a derbarê nafakayê de ji bo jinan windahiyeke mezin e û Koçyîgît got ku ev guherîna avayî jinan neçarî mayîna di nava girêdana zewacê ya bi şîdet dike û wan dixe nava xizaniyê.
Koçyîgît destnîşan kir ku Tirkiye di qonaxeke krîtîk de ye û wiha axivî:
“Navnîşana çareseriyê siyaseta demokratîk û meclîs e. Beriya ku meclîs were girtin divê qanûna çarçoveyê yan jî qanûna şaneya kok a ku Birêz Ocalan pênase dike zûtirîn bibe qanûn. Pêdiviya aştiyê bi qanûnê û pêdiviya meclîsê jî bi mesaiya aştiyê heye.”
“Afirandina şert û mercên guncav ên li gorî rola Birêz Ocalan a di pêvajoya çareseriya demokratîk û muzakereyê de ji bo avakirina aştî û civaka demokratîk şertê bingehîn e. Berpirsiyariya mezin dikeve ser milê îktîdarê. Divê îktîdar êdî pêvajoyê belavî demê neke û bi lez salnameyê eşkere bike û pêşnûmeya qanûna çarçoveyê bi raya giştî re parve bike."
(NÖ/AY)