“Kobanê semboleke cîhanî ya azadî û berxwedanê ye”
Di 30ê Kanûna Paşîn de di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de peymanek hat îmzekirin û bi peymanê re agirbest pêk hat, di heman demê de entegrasyona di warê leşkerî û îdarî de jî gav bi gav didome.
Lê belê, daxistina tabelayan ji saziyên fermî û li şûna wan tenê bi danîna tabelayên Erebî û dîsa guhertina navên hinek bajaran bo Erebî, di pêvajoya entegrasyonê de dibe sedema pirsgirêkan. Di encama vê de, herî dawî di belgeyên fermî de bikaranîna navê “Eynel-Ereb” li şûna Kobanî hat protestokirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat Duh(9ê Tîrmehê), şêniyên Kobanê, bi amadebûna hejmarek çalakvan, rojnamevan û rewşenbîran, di çarçoveya rêzeçalakiyên kampanyaya parastina “navê Kobanê” de ku bi dirûşmeya “Kobanê nasnameyeke ku nayê jêbirin û navek e ku hêjayî îspatkirina di belgeyên fermî de ye” xwepêşandaneke girseyî li dar xist.
Xwepêşandan ji Çerxerêya Aştî ber bi Qada Jina Azad a li naverasta Kobanê dest pê kir. Beşdaran pankartên “Ne Eyn El Ereb, erê Kobanê”, “Kobanê nasname ye, xeta sor e”, “Nav maf e, Kobanê mafekî dîrokî ye” hildan.
Li Qada Jina Azad li ser navên beşdarên kampanyayê û xelkê bajêr daxuyaniyekê bi zimanê Erebî û Kurdî ji hêla rojnamevan Xezne Celal û welatî Şêx Nebî Hemê ve hat xwendin.
"Kobanî sembola cîhanê ye"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Kobanê ne tenê navekî bajêr e, lê nasname, dîrok, bîra kolektîf û sembola cîhanî ya azadî û berxwedanê ye. Ev navê ku cîhan tev dizane û bi yek ji girîngtirîn serkeftinên mirovî li dijî terorîzmê ve hat girêdan ne hûrgiliyek zimanî ye lê beşek resen ji nasnameya bajêr û mîrasa wî ye.
Di daxuyaniyê de bang hat kirin ku navê Kobanê di tevahî belge, sicil û peyamên fermî yên hikumetê de were pejirandin, ji ber ku ev nav rastiyeke dîrokî û çandî ya bajêr hildigire û cihê xwe yê ku bi fedakariyên xelkê wê hat avakirin diparêze.
Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ew tevahî şêweyên îhanetê û rêznegirtinê li dijî welatiyên Kobanê red dikin. Rûmeta hemwelatiyên bajêr ne mijara bazariyê ye, her êrişek li ser wan êrişa li dijî nirxên jiyana hevbeş û hurmetê ye.
"Hikumeta nû rastiyan paşguh dike"
Her wiha hat gotin ku piştî 2014an cîhanê bi rêya Kobanê Sûriye nas kir; dema ku Kobanê li dijî çeteyên DAIŞê sekinî. Wê demê navê Kobanê bi wêrekî, berxwedanê û netesmîlbûyînê li seranserî cîhanê belav bû. Ev nav li ser asta cîhanê cihê rêzgirtinê ye, lê hikumeta nû vê rastiyê paşguh dike û îsrar dike ku navê Eyn El Ereb bi kar bîne.
Di daxuyaniyê de b ang li tevahî hêzên civakî, çandî û hiqûqî û welatiyên Sûriyeyê hat kirin ku rêzê ji nasnameya Kobanê re bigirin, rûmeta xelkê wê biparêzin û li xîtabên kîndariyê û nijadperestiyê bisekinin û bi hev re welatekî li ser bingeha wekhevî û hevduqebûlkirinê ava bikin.
Di dawiyê de dibe ku aliyên siyasî di belgeyên fermî de gotinan biguherin, lê nikarin navê ku di wijdana mirovan de ye biguherin, nav bi xwînê hatin lêkirin bi biryaran nayên jêbirin.
Çalakî bi dirûşmên girêdana bi navê Kobanê û bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.
(FY/AY)