Çalakiya karkerên Doruk Madencilika ser bi Yildizlar SSS Holdingê ku ji bo mûçe û tazmînatên xwe yên nehatibûn dayîn ji Eskîşehîrê heta Enqereyê meşiyabûn û li wir dest bi gireva birçîbûnê kiribûn, bi destkeftiyan bi dawî bû.
Heyeta karkerên madenê ku ji Serokê Giştî yê Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe Gokay Çakir, Pisporê Rêxistinbûnê Başaran Aksu, karkerên madenê Sinan Koçak û Ozcan Gultekin û parêzerekî pêk dihat, çûn Wezareta Karên Navxweyî.
Heyetê bi Alîkarê Wezîrê Karên Navxweyî Ali Çelik, Alîkarê Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Faruk Ozçelik û Alîkarê Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî Abdullah Tancan re hevdîtin pêkanî. Xwediyê Doruk Madencilikê Sabahattin Yildiz jî beşdarî civînê bû.
Civîna ku saet di 16.00an de dest pê kiribû, li dora saet 18.00an bi dawî bû. Piştî civînê him wezaretê him jî sendîkayê daxuyanî dan.
Wezaretê diyar kir û got, "Civîna li Wezareta Karên Navxweyî bi lihevkirina aliyan bi dawî bû. Karkeran jî ragihandin ku wan bi xwediyê kar re li hev kirine û dawî li çalakiya xwe anîne."
Sendîkaya Maden-Îş a Serbixwe jî bi peyama "Em bi ser ketin" serkeftina xwe ragihand. Sendîkayê diyar kir ku çalakiya li ber TMSFê ya li Stenbolê û çalakiya li ber Yıldızlar SSS Holdingê ya li Enqereyê dê neyê kirin. Her wiha bang li gel hat kirin ku saet di 19.00an de li Parka Kurtuluşê beşdarî pîrozbahiyê bibin.
Serokê Sendîkayê Gokay Çakir piştî civînê daxuyanî da rojnamegeran û got:
"Ji bo dayîna pereyan 15 roj wext ji me xwestin. Garantorê vê sozê jî wezaret in. Ji vê saetê pê ve me dawî li çalakiya xwe anî.”
Başaran Aksu jî rexne li medyaya nêzî desthilatdariyê girt û got:
"Em li vir mîkrofonên cuda dibînin. Em pê kêfxweş bûn. Heta niha tunebûn. Heta îro çalakiya karkeran nedîtin. Em kêfxweşin ku li ber wezaretê dibînin”
(HA/AY)
