Ji ber hevpeyvîna têkildarî Gulistan Dokuyê li rojnameger Zîlan Azadê lêpirsîn vebû
Ji ber hevpeyvîna bi sernavê “Dema zilam bi cil û bergên fermî kişika xwe dileyîzin, jin hewl didin li ser piyan bimînin” derbarê nûçegîhana İlke TVyê Zîlan Azadê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Rojnameger Zîlan Azadê bi Selîn Topê re hevpeyvîn kiribû ku di hevpeyvînê de behsa mijarên weke lêpirsîna têkildarî windabûna Gulistan Dokuyê, gotin û beyanên jinên li Dersimê dijîn û peywirdarên dewletê jî di nav de îdiayên torên sûc ên mêran hatibû kirin.
Cem Tekinogluyê ku navê wî di hevpeyvînê de derbas dibe, bi îdîayên “heqaret”, “buxtan” û “êrîşa li ser mafên kesayetiyê” giliyê Azad û Topê kir.
Cem Tekinoglu ku şêwirmendê Parlamenterê Stenbolê yê YENİ Partiyê Cemal Enginyurt e, îdîa kir ku di röportajê de mafên wî yên kesane binpê kirine.
Tê çaverêkirin ku Azad û Top di çarçoveya lêpirsînê de îfadeyê bidin.
DİSK Basin-İş: Rojnamegerî bi gefên darazê nayê astengkirin
Sendikaya DİSK Basin-İşê di daxuyaniya xwe ya derbarê lêpirsînê de destnîşan kir ku çêkirina nûçeyên bi vî rengî erka rojnamegeran e.
Sendîkayê da zanîn ku berê jî li dijî Tekinoglu nûçe hatine çêkirin û gilî lê hatine kirin. Lewma got, ku bi rêya darazê astengkirina nûçeyên ku ji bo berjewendiya civakê tên amadekirin, ti carî nayê qebûlkirin.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
“Erka rojnamegeran e ku mijarên têkildarî berjewendiya giştî bikin nûçe. Hewldana astengkirina vê erkê bi gefên dozê, ne tenê li dijî rojnamevanekî, di heman demê de destwerdana li ser mafê agahîstendina gel e jî.”
DİSK Basın-İşê her wiha bal kişand ser wê nakokiyê ku kesekî li partiyeke daxwaza lêpirsîna bibandor a dosyaya Gulistan Dokuyê û pêkanîna edaletê dike de dixebite, giliyê rojnamegera ku îdîayên heman dosyayê dike nûçe, dike:
"Partiyeke siyasî dixwaze lêpirsînek bi bandor û pêkanîna edaletê di doza Gulistan Dokuyê de pêk were. Kesek di wê partiyê de hewl dide ku rojnamegera ku nûçeya heman dozê çêkiriye, bi rêyên qanûnî bêdeng bike. Ev nakokiyeke mezin e. Nakokiya di navbera helwesta siyasî ya Partiya Nû ya li ser doza Gulistan Dokuyê û çalakiya qanûnî ya şêwirmendê wê ya li dijî vê nûçeyê de divê bi eşkereyî were zelalkirin.
Em piştgirê hevkara xwe Zîlan Azadê ne. Rojnamegerî ne sûc e. Nûçeyên ku ji bo civakê têne çêkirin, bi gef û zextên darazî nayên bêdengkirin."
Di nûçeyê de vegotinên jinên Dêrsimê jî hebûn
Hevpeyvîna ku bûye mijara lêpirsînê, li ser serdana Înisiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye ya bo Dersimê ku bi armanca şopandina dosyaya Gulistan Dokuyê hatibû kirin, sekinîbû.
Selin Topê di hevpeyvînê de diyar kiribû ku jin û xwendekarên zanîngehê li bajêr bi polîtîkayên ewlehiyê yên dijwar, zextên rêxistinbûnê, tacîz û bêewlehiyê re rû bi rû ne.
Topê her wiha îdîayên derbarê hinek kesên di Zanîngeha Munzurê û saziyên cuda yên dewletê de peywirdar in ên wekî tacîza zayendî, gef û danîna pewendiyê ya di navbera xwendekarên jin û peywirdarên dewletê de anîbûn rojevê.
Hat destnîşankirin ku ev vegotinên di hevpeyvînê de, li ser gotinên jin, xwendekar û rêxistinên jinan ên herêmî hatine amadekirin.
(HA/AY)