Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd ava bû
Komxebata Sînemaya Kurd a ku bi mazûvaniya Akademiyayê Sînemayê ya Rojhilata Navîn hatibû lidarxistin, duh (5ê Tîrmehê) bi dawî bû.
Gelek sînemager, derhêner, nivîskar û lîstikvan beşdarî komxebata ku li Hola Konferansê ya Şaredariya Bajarê Nû ya Amedê pêk hat, bûn.
Di komxebatê de rewşa heyî û pirsgirêkên li pêş sînemaya Kurd hatin nirxandin û di roja duyem de jî li ser pêşniyarên çareseriyê gotûbêj hatin kirin.
Pêşniyar û armanc
Di çarçoveya komxebatê de gelek pêşniyarên wekî; avakirina arşîveke ji bo sînemaya Kurd, berfirehkirina perwerdeyên senaryoyan ên bi zimanê kurdî, geşkirina xebatên akademîk û perwerdehiyê û avakirina platformên dîjîtal ên ku dê gihîştina fîlmên Kurdî hêsantir bikin, hatin nîqaşkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, yek ji biryarên herî girîng ên civînê, avakirina Înîsiyatîfa Sînemagerên Kurd bû. Di bin sîwana vê înîsiyatîfê de, bi armanca piştgirîkirina geşedana sînemaya Kurd, dîtina çareseriyan ji bo pirsgirêkan û meşandina xebatên saziyarbûnê komisyonek hat avakirin.
Biryarên ku di vê komxebatê de hatine girtin, dê di rojên pêş de ji bo raya giştî bên eşkere kirin.
(TY/AY)