Fotografeke nû ya Selahattin Demirtaş hat weşandin
Başak Demirtaşê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê, fotografekî ku bi hevjînê xwe, siyasetmedar Selahattin Demirtaş re kişandiye parve kir.
Demirtaşê di parvekirina xwe de cih da peyama tirkî û kurdî: “Edirne‘den sıcak selamlar...” “Bi silavên germ...”
Selahattin Demirtaş, ji 4ê Mijdara 2016an vir ve di Girtîgeha Tîpa F a Edirneyê de girtî ye.
Peyama "gavên berbiçav"
Demîrtaş di 24ê Hezîranê de li ser Malpera Înternetê ya QAD-Barîş Meydani (Qada Aşitiyê) derbarê Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk de nivîsek weşand. Demîrtaş di peyamê de gotibû: “Pêvajo êdî gavên berbiçav, yên ku bi destan bên girtin û bi çavan bên dîtin dixwaze û mecbûr dike. Ev gav ne tawîz in, gavên ku ji bo jiyana me ya hevbeş wekî şîrê dê maf û helal in."
Selahattîn Demîrtaş: Pêdiviya pêvajoyê bi gavên berbiçav heye
Temel: Em li benda tehliyê ne
Cîgirê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tayip Temel, li ser vê gotarê di weşana Sozcu TVyê de ev nirxandin kirin:
“Em li benda berdanê ne. Di vê pêvajoyê de gava niyetpakiyê ya herî girîng ew e ku xeletiyên hiqûqî werin serastkirin. Ji ber vê yekê, em dixwazin birêz Demirtaş, birêz Yuksekdag û hemû hevalên me yên ku ji ber Doza Kobanî girtî ne, werin berdan. Mebesta peyama ‘Hinek ma’ hinekî jî ev e."
Bahçelî: Soza me soz e
Mijara berdana Demirtaş, di meha Sibatê de bi daxuyaniya Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya li Meclîsê ketibû rojevê. Bahçelî weha gotibû:
“MHP dê ji wê rêya ku rast dizane dernekeve. Heta ku Anadolu bigihîje aramiyê, Ocalan bigihîje hêviyê, Ahmet bigihîjin meqamê xwe û Demirtaş vegere mala xwe, biryara me zelal e.”
Bahçelî, di resepsiyona 23yê Nîsanê ya li Meclîsê de jî bangawaziya xwe dubare kiribû û gotibû: “Hûn me nas nakin. Taybetmendiyeke me heye; soza me soz e.”
(NÖ/AY)