Fezlekeyên Ozgur Ozel, Velî Agbaba û Sera Kadigîlê şandin parlamentoyê
Ji bo rakirina parêzbendiya Serokê Giştî yê Partiya NÛ Ozgur Ozel, Parlamenterê Meletiyê Velî Agbaba û Parlamentera Stenbolê ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Salîha Sera Kadigîlê, 3 fezleke pêşkeşî Serokatiya Parlamentoyê hatin kirin.
Tezkereyên Serokkomariyê yên Ozgur Ozel û Velî Agbaba yên derbarê rakirina parêzbendiyê 6ê Tebaxê, ya Sera Kadigîlê jî 7ê Tebaxê gihiştin Serokatiya Parlamentoyê.
Serokatiya Parlamentoyê ev fezleke xistin lîsteya "Belgeyên Hatî" û ji Komîsyona Têkel re şandin.
Komîsyona navborî, ji endamên Komîsyona Destûra Bingehîn û ya Dadê pêk tê.
Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ragihandibû ku di çarçoveya lêpirsîna bi tohmeta "wergirtina bertîlê ya bi awayekî zincîreyî" de ji bo rakirina parêzbendiya Ozgur Ozel û Velî Agbaba di 4ê Tebaxê de fezleke hatine amadekirin.
(HA/AY)