Dîroka gelê êzidî bi fermanan mişt e. Di dirêjahiya dîrokê de 74 ferman li ser gelê êzidî pêk hat. Fermana 74emîn di serê sedsala 21emîn de û li ber çavê cihana modern a ku bûyer di kêliyê de tên dîtin de, pêk hat.
Di 3 Tebaxa sala 2014an de DAIŞê êrîşî Şengalê kir. Li Şengala warê êzidiyan ê bingehîn; şêniyên wê bi awayekî hovane ji aliyê DAIŞê ve hatin qetilkirin, jin û zarok hatin revandin û piştre jî hatin koçberkirin. Gelê Êzidî yên ku ji qirkirinê xwe xelas kirin hewara xwe gihandin çiyayê Şengalê.
Li gorî daneyên nivîsgeha rizgarkirina Êzidiyên revandî, di roja yekemîn a êrîşan de, hezar û 293 Êzidî hatin kuştin, zêdetirî 68 cihên olî hatin wêrankirin. Heta niha 80 gorên komî yên wan qurbaniyan hatine dîtin. Her wiha li gorî daneyên saziyên Êzidiyan, çeteyên DAIŞê 6 hezar û 417 êzidî revandin, di nav de 3 hezar û 548 jin û 2 hezar û 869 mêr hene. Di operasyonên rizgarkirinê de 3 hezar û 537 kes hatin rizgakirin.
Dema mirov îro bala xwe dide rewşa gelê êzidî ji Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê heta gelek deverê cîhanê hatin belavkirin û koçber bûn. Bi sedan di kampên Ewropa û Rojhilata navîn de dimînin.
Têkildarî rewşa êzidiyan ya îroyîn de parlamentera HDPê ya berê Feleknas Ûca bi bianet kurdiyê re axivî û diyar kir ku civaka êzidî trawmayeke mezin derbas kir lê hemberî vê yekê rêxistina xwe jî ava kirin.
"Travmayek û êşeke mezin bû"
Di serî de Feleknas Ûcayê bal kişand ser destpêka Fermana 74an û wiha got: “Helbet trawmayek û êşeke gelek mezin bû ku mirov nikare wisa bi hêsanî derbas bike. Deh sal di ser fermanê de derbas bû lê ev deh sal jî bi êş û birîn bûn hê jî berdewam dike. Ji ber ku ne tenê 6-7 hezar jin ketin destê DAIŞê, Bi hezaran hatin firot in, 450 hezar kes ji ser axa xwe koçber bûn. Bi hezaran ji wan ji ber bêxwarinî û bêavêtiyê fetisîn. Di wê demê de 12 hezar pêşmergeyên PDKê li Şengalê bûn, zêdeyî 14 hezar leşkerên hikûmeta Iraqê li wir bûn, lê dîsa jî ji bo Şengalê tu berxwedanek nehat kirin. Di dema êrîşa DAIŞê de jî xwe paş de kişandin. Vê yekê bêguman bandoreke geleke mezin li ser civakê pêk anî ji ber ku beriya fermanê çek ji destê civaka êzidî hat standin. Bêguman ev bixwe bûn sedemeke bandoreke neyînî li ser civakê ava bike û bi vî awayî belav bû. Qismek malbatên êzidî li Avusturalyayê, qismek li Kanadayê, qismek li Ewropayê ye ne. Ev malbatên ku li Şengalê man jî xwe bi rêxistinkirin û li ber xwe dan.”
"Bersiva ji Fermanê re; rêveberiya xweser e"
Feleknasê di berdewama axaftina xwe de dazanîn ku ji wê rojê heta îrorojê ji bo civaka êzidî gelek tişt guherîne û wiha pê de çû: “Ligel vê fermana ku êşên mezin bixwe re anîn jî em dikarin bêjin ku berxwedanî û têkoşîneke mezin li Şengalê heye. Civaka me berê bêparastin bû niha bi hêzên rêxistinê ku piştî fermanê hat avakirin xwe diparêzin, xwe bi xwe birêve dibin, biryarê xwe distînin, meclisa xwe ava kirine, komûnê xwe ava kirine. Yanî hemû beşên civakê di nav rêveberiyên xweser ên Şengalê de cih digrin. Vê yekê baweriyeke mezin bixwe re anî. Ev bixwe jî bersiveke ji fermanê re. Lê em îro jî dibînin ku careke din bi hevpaymanan hewld tê dayîn ku vê berxwedana li Şengalê ji holê rakin. Lê gelê Şengalê dê rê nede vê ferasetê.”
"Pêdivî bi alîkariyê heye"
Feleknas Ûcayê destnîşan kir ku di van salên dawî de êdî hêdî hêdî civaka êzidî carek din ji qempan vediger in ser axa xwe û ev tişt anî ziman: “Gelek malbatên niha li Başûr li qampên Zaxo, Dihokê de diman; ji ber ku dê ev qamp êdî bên girtin mecbûr niha an berê xwe didin Şengalê an jî dê biçin devereke din. Derfeta deverek din zêde tunne ye jixwe. Ji ber wê jî di salvegera dehemîn de dibêjim ku pêdiviya hevkariya bi hev re heye û em bibin alîkarê vê civakê.
(WT/AY)