Di 9ê Kanûna Pêşiyê de li Meclisê wek her sal îsal jî hevdîtinên ji bo budçeyê destpê kirin û piştî nîqaşên 11 rojan di 20ê Kanûnê de komisyona budçeyê nîqaşên xwe bi dawî kirin û budçeya ji bo sala 2025an bi dengên AKP-MHPê ji meclisê derbas bû.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan(DEM Partî) ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê ku di Komisyona Diyarkirina Budçeyê de bû, têkildarî budçeya sala 2025an pirsên bianetê bersivand.
“Rewşa karkeran, enflasyon û polîtîkayên şer mijarên sereke bûn”
Di navbera 9-20 mehê de hevdîtinên ji bo budçeyê li meclisê berdewam kirin û dawiya dawî bi dawî bû. Tişta herî zêde derketî holê budçeya ji bo çibû?
Mirov dikare pênase bike ku pêvajoya budçeyê wek maratonekê ye. Lewra pêvajoyê di 22ê Cotmehê de dest pê kir. Belkî qonaxa komîsyonê zêde ne li ber çavan bû lê li wir jî niqaşên gelek girîng çêbûn. Lêbelê pêvajoya Lijneya Giştî ya li Meclîsê ji ber weşana zindî ya Meclîs TVyê zêdetir ber çavan bû. Li ser hemû wezaratan rexne û niqaşên bi wan re eleqedar hatin kirin. Lê em dikarin bibêjin ku 2 tişt her tim bûn navenda niqaşan. Ji wan yek rewşa karkeran û enflasyon bû, ya din jî polîtîkayên şer ên hê didomin bûn.
Bêguman di nav buhayîya hewcedariyên malê yên rojane de debara gel jî zehmet bûye. Enflasyona fermî hê jî nêzî %50 ye. Berevajî vê mehaneya karkeran hê jî 17 hezar lîra ye. Di heman demê de sînora birçîbûnê ji 20 hezar TLyê borîye, sînora xizaniya nêzî 70 hezar TL ye. Ji ber van sedeman li Lijneya Giştî ya Meclîsê krîza aborî, rewşa gel û mehaneya karkeran gelek hatin niqaşkirin. Me jî wek DEM Partî pêşniyazên xwe bi Wezîrê Xezîne û Darayîyê re parve kirin.
Li rex van niqaşan mijarên têkildarî kêşeya Kurd jî derketin pêş. Lewra Hikumet jî, muxalefet jî dizane ku bandora kêşaya Kurd li her derê heye. Lê mixabin ku îsal jî ji ber Kurdî mîkrofon hat girtin. Heta ku wekîlê me yê Suryan bi zimanê xwe yê zikmakî axivî dîsa mîkrofon hat girtin. Bêguman ev eyb û şerma dewletê ye. Dîsa polîtîkayên AKPê yên derve jî cihê niqaşan bûn. Rasterast min jî li rûyê Wezîrê Karên Derve got ku helwesta wan a li hemberî Kurdan wek Kurdofobîk e. Ji ber pênaseya me ya Kurdofobîk hêrs dibin lê em neyartiya wan a li dijî Kurdên Sûriyê bi awayekî zelal dibînin.
“Li gorî AKPê jin yan malbat e yan jî nîne”
Dema mirov bala xwe dide dibîne ku bûdçeya ji malbatê re hatî veqetandin ji ya ji bo jinan zêdetir bû. Tu ji bo vê yekê dibêje çi gelo?
Em wek jin bi hêsanî dibînin ku sekna AKPê ya li hemberî jinan ne erênî ye. Gav bi gav, sal bi sal destkeftiyên jinan ji holê tên rakirin. Peymana Stenbolê ku wek makezagona jinan dihat pênasekirin, di nav rojekê de hat betalkirin. Tûndkariya li dijî jinan û kuştina jinan êdî bûye rûtinek. Aniha Wezira Xizmetên Civakî û Malbatê jinek e lê di serdema wê de, ango di nav 18 mehan de ji 500î zêdetir jin ji aliyê meran ve hatin qetilkirin. Lewra her failek ji helwesta Hikumeta AKPê cesaret digire. Îro em nikarin bibêjin ku pergaleke sîyasî ya li cem jinan heye. Em vê yekê di budçeya 2025an de jî bi awayekî zelal dibînin. Li gorî dewletê jin wek serbixwe tune ne. Jin ancax di nav malbatê de tên bicihkirin. Lê jin dixwazin ku tena serê xwe wek kirde bên qebûlkirin.
Dema ku mirov li budçeya 2025an a Wezareta Xizmetên Civakî û Malbetê mêze dike baştir fêm dike ku li gorî AKPê jin ya malbat e yan jî nîn e. Lewra ji bo bihêzkirina malbatê 16 milyar 666 milyon hatiye veqetandin lê ji bo bihêzkirina jinan tenê 4 milyar 885 milyon TL. Peyama van reqeman a ji bo jinan ew e ku AKP dibêje ‘ez ê we neparêzim.’ Bi rastî jin jixwe hay ji vê peyame hene. Ji ber vê jin bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li dor hev kom dibin, piştevaniya xwe mezin dikin.
"Budçe bi motivasyona şer xwe dide der"
Encamên vê budçeyê wê bandoreke çawa li meseleya kurd bike?
Budçeya ji aliyê AKPê ve hatî amadekirin bi motîvasyona şer xwe dide der. Lewra mejiyê dewletê bi salan e li derveyî sînoran şerekî domdar dimeşîne. Aliyekî li Herêma Kurdistanê ji sala 2022an vir de êrîş hene. Dîsa li qada Sûriyê çeteyên cîhadîst li hemberî gelê Kurd tên fînansekirin. Vê gavê jî dixwazin êrîşî Kobanê bikin û dixwazin ku di rewşa Sûriyê ya nû de bila tu mafên kurdan tune bin. Bi salan e polîtîkayên derve yên AKPê li ser vê esasê dimeşin. Dema ku xizaniya gel dihat bibîr xistin, bersiv didan û digotin ‘Hûn dizanin buhayiya fişekekê çi qas e?’
Naxwazin ku kêşeya kurd çareserî bibe, lewra krîza aborî bi tiştekî din nikarin manîpule bikin. Sala çûyî, ji bo ewlehî û parastinê 40 milyar dolar veqetandin. Îsal bûye 47 milyar dolar. Ev ji budçeya wezaretên tenduristî û perwerdehiyê qat bi qat zêdetir e. Ji ber vê em nikarin bibêjin ku ji bo avakirina aştiyeke civakî amadekarî heye. Mixabin rêjeya budçeya şer jî tu peyamên baş nade ji bo demokrasî û edaletê. Lewra rejîma AKPê dibêje ku min di sala 2024an de çi kir wê di sala nû de jî eynî be.
“Budçeya ewlehiyê, budçeya lawazkirina civakê ye”
Gelo em dikarin bêjin ku bi vê budçeya îsal, dê dewlet zêdetir bi polîtikayên ewlehiyê tevbigere?
Budçeya AKPê ku li qesrê hat amadekirin, qet gelan nabîne. Wek mînak pirsgirêkên ciwanan, jinan, teqawidiyan, karkeran, astengeran çareser nake. Lewra mijara sereke ya ji bo rejima AKPê ne civak e, şerê li derveyî sînoran e. Di nav budçeya giştî ya 2025an de budçeya leşkerî %10,86 cih girtiye. Yanê 1,6 trîltyon ku ev, tenê Wezareta Xezîne û Darayiyê ne têde, ji ya hemû wezaretan mezintir e.
Bêguman di mejiyê dewletê de polîtîtkayên şer û pevçûnê hê jî xwediyê pareke mezin e. Ji ber vê tezkereyên şer bi awayekî domdar tên Meclîsê, binkeyên leşkerî tên avakirin, piştevaniya çeteyên cîhadîst tê kirin. Lê berevajî van gavan gel xizan dibe, qeyrana aborî li xwe her derê dide hîskirin. Eger ne ji bo şer, ji bo aştiyeke civakî ya mayinde budçe hebûya wê qeyrana aborî jî tune bûya. Lewra budçeya ewlehiyê, budçeya lawazkirina civakê ye.
(WT/AY)