Erdogan got ku di demeke kurt de qanûna pêvajoyê dê ji bo parlamentoyê were pêşkeşkirin
Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî civîna Kabîneyê ya li Beştepê de got ku di civînê de “ji aboriyê heta polîtîkaya derveyî, ji polîtîkaya enerjiyê heta pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror'” mijarên curbicur hatin gotûbêjkirin.
“Çareseriya mayînde”
Erdogan di axaftina xwe de li ser encamên aborî yên polîtîkayên ewlehiyê jî rawestiya. Serokê Giştî ê AKPê amaje bi xebateke Serokatiya Karên Aboriyê ya AKPê kir û got ku “lêçûna rasterast û nerasterast a terorê ji bo Tirkiyeyê derbasî 2,3 trilyon dolarî bûye” û îdia kir ku ger ev pêvajo bi encam bibe dê ev bar jî ji holê rabibe. Erdogan nêrîna xwe ya têkildarî “çareseriya mayînde” bi vî awayî anî ziman:
“Gava ku ev mesele bi awayekî mayînde hat çareserkirin, yê ku qezenc bike dê bi 86 milyon welatiyên xwe Tirkiyeyê be, gel be û welat be. Çawa ku mirovên karsaz qezenc dikin, dê birayên me yên kedkar jî qezenc bikin. Çawa ku cotkarên me qezenc dikin, dê turîstkarên me jî qezenc bikin. Çawa ku veberhênêr û hinardekar qezenc dikin, dê jina malê û teqawidbûyî jî qezenc bikin. Çawa ku Tirk qezenc dike, dê Kurd, Ereb, Laz û Çerkes jî qezenc bike. Gava astenga terorê ji holê rabû, aboriya Tirkiyeyê dê di her qadê de dest bi nivîsandina çîrokeke nû bike.”
Polîtîkaya Derveyî: Kêşeya Serekî Îsraîl e
Erdoğan di beşê siyaseta dervayî de Îsraîl wekî sedema sereke ya nearamiya di herêmê de bi nav kir û got ku piştî Xezeyê, li Şerîaya Rojava jî siyasetên dagirkerî, koçberkirina bi darê zorê û zextê berdewam dikin. Erdogan bal kişand ser bandora pevçûnên herêmî ya li ser bazarên enerjiyê û diyar kir ku Tirkiye hewl dide vê hawîrdora krîzên piralî birêve bibe.
Kibris: “Çareseriya du dewletî”
Erdogan di axaftina xwe de bi berfirehî behsa mijara Kibrisê kir û teza xwe “çareseriya du dewletî” ya ku Tirkiye di salên dawî de diparêze dubare kir. Erdogan îdia kir ku kêşeya Kibrisê kêşeya naskirina “wekheviya serwerî” û “statûya navneteweyî ya wekhev “e. Erdogan destnîşan kir ku ew piştgiriyê didin hewldanên Sekreterê Giştî ê Neteweyên Yekbûyî (NY) António Guterres, lê ew ê tu pêşniyara çareseriyê ya ku Tirkên Kibrisî daxîne statûya kêmneteweyê qebûl nekin.
(AEK/AY)