Erdogan: "Bila mûxalefet li ser Elewiyan siyasetê neke"
Erdogan berî Lûtkeya NATOyê ya ku wê di 7-8ê Tîrmehê de çêbibe, serokatî ji civîna dawî ya Kabineya Serokkomariyê ya li Beştepeyê re kir.
Erdogan, di daxuyaniya xwe ya dûr û dirêj a piştî civînê de, behsa daxuyaniyên rûtîn ên propagandayê û karên fermî yên ku nayên piştrastkirin û her weha derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokkomarê Polonyayê Karol Nawrocki re agahî dan.
Hevkariya Parastinê ya bi Polonyayê re
Erdogan diyar kir ku wan hedefa qebareya bazirganiyê ya navbera her du welatan derxistiye 15 milyar dolarî.
Erdogan destnîşan kir ku di hevdîtinê de hevkariya pîşesaziya parastinê, şerê Rûsya-Ûkraynayê û krîza Îranê jî hatine gotûbêjkirin û anî ziman ku divê her du şer jî bi "aştiyeke dadperwerane" bi dawî bibin. Her wiha diyar kir ku ew li bendê ne Polonya piştgiriya xwe ya ji bo çareseriya du-dewletî ya ji bo Filistînê xurttir bike.
Di daxuyaniyên Erdoğan ên li ser vê mijarê de sê sernavên sereke derketin pêş:
Me armanca xwe ya nû ya qebareya bazirganiyê derxist 15 milyar dolarî.
Me tekez kir ku divê Şerê Rûsya-Ûkraynayê û krîza Îranê bi aştiyeke dadperwerane bi dawî bibin.
Em piştgiriya Polonyayê ya ji bo çareseriya du-dewletî girîng dibînin.
Aloziya bi Îsraîlê re
Erdogan, rêveberiya Îsraîlê ji mirina sivîlên li Xezeyê weke berpirsiyar girt û bersiva rexneyên raya giştî ya navneteweyî da. Erdogan tawanbariyên derbarê "Qirkirina Ermeniyan" a ku wekî mîrat ji Dewleta Osmanî maye red kirin û parast ku welatê wî xwedî raboriyeke wisa ye ku deriyên xwe ji bo her kesên mezlûm vekiriye.
Sernavên sereke yên daxuyaniyên Erdogan ên li ser mijara Îsraîl-Xezeyê ev bûn:
Em dekûdolabên şebekeya kuştinê ya ku xwîna 73 hezar Xezeyiyên bêguneh di destê wan de ye, wekî tiştekî pûç dibînin û guh nadinê.
Di dîroka me de ne qirkirin heye, ne jî mêtingerî.
Ji bo ku hovitiya xwe ya li Xezeyê binixumîne, derewan li Tirkiyeyê dikin.
Îdiaya ku "Mûxalefet li ser Elewiyan siyasetê dike"
Erdogan bi boneya meha Muharemê, ji bo Elewiyan axivî. Erdoğan parast ku hikûmetê ji bo civaka Elewiyan reformên girîng pêk anîne û îdia kir ku mûxalefeta sereke, di nîqaşên xwe yên navxweyî yên partiyê de welatiyên Elewî dike amûra nîqaşên siyasî. Erdogan got ku ew ê tu carî rê nedin duberekiya di nav civakê de.
Erdoğan di mijara civaka Elewiyan de ev xal destnîşan kirin:
Em li dor nirxên hevpar ên gelê xwe siyasetê dikin.
Em hemû hemwelatiyên heman dewletê û ferdên heman neteweyê ne.
Divê kes li ser hestiyariyên welatiyên me yên Elewî siyasetê neke.
Em destûrê nadin ku biratiya me ya hezar salî xera bibe û zerarê bibîne.
“Di hinardekirina pîşesaziya parastinê de em di nav 11 welatên pêşîn de ne"
Erdogan da zanîn ku Tirkiye di hilberîn û hinardekirina pîşesaziya parastinê de geşbûna xwe didomîne û got ku cara yekem e ku keştiyeke şer ji bo welatekî endamê NATO û Yekitiya Ewropayê hatiye hinardekirin. Korveta (keştiya şer a piçûk) ku radestî Romanyayê hatiye kirin, wekî xala werçerxanê ya vê pêvajoyê bi nav kir.
Teknolojiyên fezayê wekî mecbûriyeke stratejîk e
Erdogan projeyên Tirkiyeyê yên di warê fezayê û ragihandinê de nirxandin û diyar kir ku xebatên li ser nifşê nû yê satelaytên ragihandin û çavdêriyê berdewam dikin û got ku teknolojiyên fezayê ji bo ewlehiya neteweyî xwedî girîngiyeke stratejîk in.
Şandina tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bo Venezuelayê
Erdoğan ragihand ku piştî erdhejên ku li Venezuelayê çêbûne, Tirkiyeyê di bin koordînasyona AFADê de tîmên lêgerîn-rizgarkirinê û balafirên barhilgir ên leşkerî şandine wir. Erdogan got ku alîkariyên mirovî yên Tirkiyeyê wê berdewam bikin û wiha lê zêde kir: "Gelê Tirk wê her dem li pişt gelê Venezuelayê be."
(AEK/AY)