Enternasyonalîstê şoreşger Kozo Okamoto koça dawî kir
Endamê berê yê Artêşa Sor a Japonê Kozo Okamoto ku ji ber piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna Filistînê bi navê “Ehmed el-Yabani” (Ehmedê Japonî) jî dihat nasîn, duh (23ê Tîrmehê) li başûrê Beyrûta paytexta Lubnanê, li herêma Dahiyeyê koça dawî kir.
Bereya Rizgariya a Gelê Filistînê (FHKC) di peyama xwe ya sersaxiyê de, Okamotoyê 78 salî wekî “parçeyekî tevgera şoreşgerî ya Filistînê” û “yek ji sembolên enternasyonalîzma şoreşgerî” pênase kir.
FHKCyê diyar kir ku Okamoto ji Japonya hat, tevlî têkoşîna Filistînê bû û beşeke mezin a jiyana da vê dozê.
*Afîşa ku FHKCyê ji bo Okamoto weşandiye
Ji Hamasê peyama sersaxiyê
Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (Hamas) jî piştî koça Okamoto peyameke sersaxiyê belav kir.
Hamasê diyar kir ku şervanê şoreşger ê Japonî Kozo Okamoto piştî jiyaneke tijî bi fedaîtiyê di Pêncşema 23ê Tîrmehê de, li Beyrûta paytexta Lubnanê koça dawî kir. Em di hizûra gelê Filistînê û mirovên azad ên cîhanê de, bi xemgîniyeke mezin pêşwaziyê li koça Okamoto dikin.
Hamasê Okamoto wekî “sembola azadiyê” binav kir û weha got: “Ew ê wekî yek ji sembolên berxwedanê û piştevaniya navneteweyî ya ji bo doza mafdar a gelê Filistînê bê bibîranîn.”

Okamato dema silavê dide Serokê Hîzbûllahê Hasan Nasrallah.(Fotograf: FHKC)
Derbarê Kozo Okamotoyî de
Kozo Okamoto di 7ê Kanûna Pêşiya 1947an de li bajarê Kumamotoyê yê li başûrê Japonyayê, wekî zarokê herî biçûk ê malbateke bi heft zarokan ji dayîk bûye.
Li gorî daxuyaniya FHKCyê, wî perwerdehiya botanîkê dîtibû; ligel zimanên wekî îngilîzî, îbranî, erebî, çînî û rûsî gelek ziman fêr bibû.
Di destpêka salên 1970yî de tevlî Artêşa Sor a Japonê bû. Di Sibata 1972an de ji Japonyayê derket û çû Lubnanê, li wir bi FHKCyê re dest bi xebatê kir.
Wekî bersiva li dijî êrîşa artêşa Îsraîlê ya sala 1968an a li ser Balafirgeha Beyrûtê, ew di 30ê Gulana 1972an de tevlî êrîşa çekdarî ya li Balafirgeha Lodê (ku îro wekî Balafirgeha Ben Gurion tê nasîn) bû. Okamoto ji sê endamên Artêşa Sor a Japonê yek bû ku ev çalakî bi FHKCyê re plan kiribûn û pêk anîbûn.
Fotograf: rfi.fr
Di êrîşê de 26 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn. Du endamên din ên Artêşa Sor a Japonê ku êrîş pêk anîbûn li cihê bûyerê mirin. Okamoto birîndar hat girtin, hate darizandin û cezayê zîndana heta-hetayê lê hate birîn.
Di daxuyaniya FHKCyê de hat diyar kirin ku wî 13 salên xwe di girtîgehên Îsraîlê de borandine ku piraniya salên wî di hucreya yekkesî de derbas bûne û raste rast rastî êşkence û muameleya xirab hatiye.
Di 20ê Gulana 1985an de di çarçoveya peymana “Guherîna Dîlgirtiyan a Celîleyê” de ku di navbera Îsraîl û Bereya Rizgariyê a Gelê Filistînê-Fermandariya Giştî de hatibû çêkirin, hate berdan. Piştî berdanê çû li Lubnanê û li wir bi cih bû.
Ji aliyê dezgehên Lubnanê ve di sala 1997an de bi hêceta ku bi rêyên neyasayî ketiye welat, pasaporta sexte bi kar aniye û di belgeyên fermî de sextekarî kiriye hate girtin. piştre 3 sal cezayê girtîgehê li wî hate birîn û piştî bidawîbûna cezayê wî, biryara radestkirina wî ya ji bo Japonyayê derket.

Fotograf: Al- Mayadeen
Piştî xwepêşandanên saziyên Filistînî, di sala 2000î de ji aliyê dezgehên Lubnanê ve mafê penaberiya siyasî danê.
Ji ber piştgirî û fedaîtiya wî ya ji bo doza Filistînê, di sala 2016an de di bernameyekê de ji aliyê FHKCyê ve hate xelatkirin û rêz lê hate girtin.
(VC/AY)