DYAyê dîsa êrişî Îranê kir
Artêşa Amerîkayê ragihand ku wekî bersiva êrişên dawî yên li ser keştiyên bazirganiyê yên ku êvara Sêşema 7ê Tîrmeha 2026an di Tengava Hurmizê re derbas dibin, wan zêdetirî 80 pêgehên leşkerî yên Îranê kirine armanc.
Fermandariya Navendî ya Hêzên DYAyê (CENTCOM) ragihand ku wan ev operasyon bi armanca "berdêla hedefgirtina keştiyên bazirganiyê" li dar xistiye.
Di vê operasyonê de, li gorî bersivdayînê berê 8 qat zêdetir li hedefan dane. Di êrişê de pergalên parastina asmanî, torên kontrola fermandariyê û xalên radarên peravê yên Îranê hatine bombebarankirin.
Ev êrîş di heman roja ku DYAyê lîsansa firotina petrola Îranê betal kir de pêk hat. Piştî van geşedanan, bihayê petrolê ji sedî 5an zêdetir bilind bû.
Ji ber vê yekê, danûstandinên DYA û Îranê yên ku di dawiya meha Hezîranê de dest pê kiribûn û bernameya aştiyê ya 60 rojî ketin bin metirsiyeke mezin.
Îran: DYAyê peyman binpê kiriye
Tehranê him betalkirina lîsansê him jî êrîşên nû wekî binpêkirina peymana demkî pênase kir.
Li gorî nûçeya Reutersê, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Erakçî diyar kir ku li gorî memoranduma agirbesta demkî, heta ku “gef xwarin berdewam bikin” danûstandinên ji bo peymana dawî dest pê nakin. Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî jî destnîşan kir ku êrîşên DYAyê peyman binpê kiriye.
DYA: Îranê bi van êrişan agirbest binpê kiriye
Her weha Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hûrgiliyên wê “êrişa tolhildanê” hatin eşkerekirin ku doh bi hinceta êrişkirina ser 3 keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê, dest pê kiribû.
“Hêzên CENTCOMê di cih de bersiv da êrişên dawî yên Îranê yên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Tengava Hurmizê.Hêzên CENTCOMê bi cebilxaneyên xwedî arasteyên hesas pêleke nû ya êrişan pêk anî û li Îranê zêdetirî 80 pêgeh kirin armanc.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Îranê bi wan êrişan agirbest bin pê kiriye û serbestiya hatin û çûna keştiyan qels kiriye.
(AEK/AY)