Wezareta Tenduristiyê, yekem doktora jin a trans a Tirkiyeyê ku bi nasnameya xwe ya eşkere tê naskirin Larin Kayataş, cara duyem ji pîşeyê hat dûrxistin. Piştî vê biryarê, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê giliyê Kayataşê kir û doza cezayê vekir. Kayataş, bi daxwaza cezayê girtîgehê tê darizandin.
Kayataşê ev geşedan li ser hesabê xwe yê Xê ragihand û bi belgeyên ku parve kir hûrgiliyên pêvajoyê vegot û rewşa heyî wekî 'bêhiquqiyeke ku bi biryarên dadgehê hatiye îsbatkirin' pênase kir.
"Bêyî hinceteke berbiçav, gihîştina van belgeyan ne gengaz e"
Li gorî agahiyên ku Kayataşê parve kirine, Wezareta Tenduristiyê lêkolîneke 10 mehî birêvebiriye û tevî pêvekan raporeke 924 rûpelî amade kiriye. Di vê pêvajoyê de ji gelek saziyan re nivîs hatine şandin û hewl hatiye dayîn ku bigihîjin daneyên kesane. Kayataşê diyar kir ku dermanên ku ew bikar tîne û sedemên serlêdana wê ya nexweşxaneyan di raporê de cih girtine. Wê destnîşan kir ku daneyên tenduristiyê di çarçoveya daneyên kesane yên taybet de di bin parastina destûra bingehîn de ne û got ku Wezaret bêyî hinceteke berbiçav a girêdayî peywirê nikare bigihîje van agahiyan.
Kayataşê ragihand ku çarçoveya lêkolînê hatiye berfirehkirin û ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) re jî nivîs hatiye şandin. Kayataşê diyar kir ku SGKê du daxwazên cuda qebûl nekirine û daneyên kesane parve nekirine. Tevî vê yekê, wê destnîşan kir ku hin saziyan bêyî bingehek qanûnî û hinceteke berbiçav agahî dane. Kayataşê anî ziman ku ev rewş mînakek ji bo derbaskirina sînorê rayeyê ye.
Dadgehên bilind biryar pesend kirin
Kayataşê parve kir ku di 5 salên dawî de her çar kiryarên îdarî yên derbarê wê de ji aliyê darazê ve hatine betalkirin. Dûrxistina ji peywirê ya sê mehan, biryara yekem a menkirina ji pîşeyê, cezayê hişyarkirinê û kiryarên girêdayî peredayînên performansê ji aliyê dadgehan ve li dijî hiquqê hatin dîtin. Ev biryar teqez bûn û ji aliyê dadgehên bilind ve jî hatin pesendkirin.
Banga piştevaniyê
Tevî van hemû biryaran, cara duyem menkirina wê ji pîşeyê û piştre vekirina doza cezakirinê nîşan dide ku ev pêvajo veguheriye zexteke sîstematîk. Kayataşê diyar kir ku bidofandina peywira wê ya doktoriyê ya di saziyên giştî de, bêkar hiştina wê û darizandina bi daxwaza girtîgehê encamên giran derdixînin holê û vê rewşê wekî “mirina sivîl” pênase kir.
Kayataşê bang li raya giştî kir ku li dijî binpêkirinên mafan dengê xwe derxin û piştevaniyê nîşan bidin. Her wiha, wê bi bîr xist ku Tirkiye dewleteke hiquqê ye û destnîşan kir ku biryarên dadgehê ji bo hemû saziyan girêder in; ji Wezareta Tenduristiyê daxwaz kir ku li gorî van biryaran tevbigere.
(EMK/AY)
