Di roja yekem a cejnê de 13 hezar kesên ku hewl dane ajalan bikujin, birîndar bûn
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memişoglu ragihand ku di roja yekem a Cejna Qurbanê de, 13 hezar û 513 kes dema hewl dane dawî li jiyana ajalan bîne ango di dema çermkirina wan de birîndar bûne û serî li navendên tenduristiyê dane.
Kesên ku bi derbên ajalan an jî bi amûrên birrînê birîndar bûn, ji aliyê xizmên xwe ve ango bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Memişoglu di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Di roja yekem a Cejna Qurbanê de, 13 hezar û 513 kes dema hewl dane dawî li jiyana ajalan bîne ango di dema çermkirina wan de birîndar bûne û serî li navendên tenduristiyê dane. Ez bang li welatiyên me dikim ku di dirêjahiya vê pêvajoyê de hîn bêtir baldar bin û ji birîndaran re şifaya xêrê dixwazim. Ji dil spasî hemû xebatkarên me yên tenduristiyê dikim ku di dema cejnê de bi fedakarî li ser karê xwe ne."
Di cejnê de kuştina ajalan
Li gorî agahiyên ku Lijneya Bilind a Karên Diyanetê parve kirine: “Di piraniya mezhebên Îslamê de, li gorî pêwîstiya îbadetê qurbanbirîn sinet e (Îbn Ruşd, Bidaye, I, 429).” Wate her çend di warê dînî de ne ferz be jî, li gorî gotin û tevgerên Pêxember Mihemmed hatine kirin.
Li gora Îlahiyatnas Îhsan Eliaçik jî di cejnê de kuştina ajalan ne fermana Xwedê ye: “Bi rijandina xwînê îbadet nabe. Îbadet hezkirin, alîkarî û kêmkirina êşekê ye. Li gorî piraniya herî mezin a cîhana Îslamê (Hanefî, Şafîî, Malikî, Hanbelî, Caferî, Zeydî, Îbahî û hwd.) Qurban ne ferz e. Kesê ku qurbanê nade, gunehkar nabe, tu tişt nabê."
(TY/AY)
