Di rapora otopsiya Rojwelat Kizmazê de DNAya mêr hat tespîtkirin
Rojwelat Kizmaz li Êlihê di 9ê Sibata 2024an de winda bû û cenazeya wê di Bendava Gola Ilisuyê de hatibû dîtin. Rapora otopsiyê ya Rojwelat Kizmaza ku bi şêweyekî bi guman miribû, derketiye holê.
Cenazeyê Kizmazê di Bendava Gola Ilisuyê de hatibû dîtin, lê lêpirsîna derbarê bûyerê de bi biryara “pêwîstî bi şopandinê nîne” hatibû girtin.
Cenazeyê Rojvelat Kizmaza ku 3 roj in li Êlihê winda bû, li Heskîfê hat dîtin
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê, hûrgiliyên rapora otopsiyê diyar bûn. Di raporê de hat destnîşankirin ku di nimûneya neynûka destê çepê ya Kizmazê de, di asteke kêm de profîla DNAya mêr hatiye tespîtkirin.
Di raporê de ev gotin cih girtin: “Nimûneya neynûka 5emîn a destê çepê ya Rojwelat Kizmazê genê zayenda mêr di asteke kêm de lixwe digire û profîla Y-STR DNAyê hatiye tespîtkirin.”
Lê belê, yek ji hûrgiliyên herî balkêş ên raporê ew e ku tu lêkolîn ango berhevkirin nehatine kirin ku ev DNA ya kê ye.
Di rapora otopsiyê de her wiha hat dîtin ku derbarê dema mirina Kizmazê de tu daneyeke zelal nîne. Tevî vê yekê jî girtina dosyayê ji aliyê dozgeriyê ve, guman û pirsên li ser bûyerê hîn zêdetir kirin.
(EMK/AY)