Rojvelat Kizmaz ku xwişka rojnameger Mehmet Kizmaz e 3 roj berê ji mala xwe ya li Taxa Petrolê ya Êlihê derketibû û tu agahî jê nedihat girtin. Termê Kizmazê li Heskîfê hat dîtin.
Piştî ku Rojvelat Kizmaz di saetên sibeha 9ê Sibatê de ji malê derket, careke din agahî jê nehat girtin.
Malbata ku windabûna keça xwe ji polîsan re ragihand û bi derfetên xwe lêgerîn kir û cilên keça xwe li qiraxa Bendava Hesenkêfê dîtin.
Di encama xebatên ku îro li bendavê hatin kirin de cenazeyê Rojvelat Kizmaz hat dîtin.
Cenazeyê Rojvelat Kizmazê ji bo otopsiyê birin nexweşxaneyê û lêkolîn dewam dikin.
Rojnameger Metîn Yoksu jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê Rojvelat Kizmaza xwişka rojnameger Mehmet Kizmaz de daxuyanî da.
Yoksu di daxuyaniyê de wiha got: "Cenazeyê xwişka hevrêyê me Mehmet Kizmaz ya winda li Hesenkêfê hat dîtin."
Rojnameger Mehmet Kizmaz di 10ê Sibatê de di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de diyar kiribû ku xwişka wî ji 9ê Sibatê ve winda ye. Kizmaz gotibû ku her çend derbarê bûyerê de wan emniyet agahdar kiribe jî 3 roj in bersiv ji wan re nehatiye dayîn.
Di lêgerîna ku malbatê bi derfetên xwe pêk anîbû de, li nêzî bendavê cil û bergên ku dihat texmînkirin yên Rojvelatê ne, hatibû dîtin.
Mehmet Kizmaz, anî ziman ku heta cil nehatin dîtin bi wan re ti têkilî çênebûye.
Piştî bertekan li herêmê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatin destpêkirin. Piştî ku duh bi şev xebat hatin rawestandin îro saet di 09:00an de berdewam kir.
(RT/AY)