HEVDÎTİNÊN Bİ RÊXİSTİNÊN MAFAN RE- 36
"Di mijara aşitiyê de bi tu awayî zarok wekî aktorekê nehatin nirxandin"
Em weke Weqfa Ragihandinê ya IPSê/bianet, ji Tîrmeha 2023an vir ve bi armanca civaka sivîl bi hêz bike û rêyên têkiliyê bi awayekî birêkûpêk zêde bikin, bi Rêxistinên Mafan re rêze-civînan pêk tînin. Me civîna xwe ya 36an bi Komeleya Berî Her Tiştî Zarok re pêk anî.
Me civîn di 12ê Tebaxê de bi awayê online li dar xist. Li ser navê Weqfa Ragihandinê ya IPSê/bianetê Koordînatora Atolye BİAyê Ceyda Sungur, Koordînatora Lêkolînan a Atolye BİAyê Sinem Aydınlı, Rêvebirê Karên Nivîsaran ê berpirsyar ê bianetê Vecîh Cuzdan û Nûçegihana Hevkaran a Civaka Sivîl a bianetê/Asîstana Atolye BİAyê Evrim Gunduz beşdarî civînê bûn. Her weja li ser navê Komeleya Berî Her Tiştî Zarok jî Hivran Timur û Zeynep Sidar Irmak di civînê de amade bûn.
"Komeleya Berî Her Tiştî Zarok"ê projeyeke nû ji bo mafên zarokan daye destpêkirin
Di civînê de, em li ser xebatên çand-huner û piştevaniya psîkososyal ên ku Komeleya Berî Her Tiştî Zarok bi zarokan re birêve dibin, atolyeyên wan ên ji bo zimanê dayikê û xebatên wan ên li taxên navçeya Sur a Amedê axivîn.

Hîvran Tîmûr: Piştî tayînkirina qeyuman komeleya me weke pêdiviyeke ava bû
Hîvran Tîmûrê diyar kir ku li Amedê di sala 2017an de piştî tayînkirina qeyuman ji bo şaredariyan û girtina hin saziyan, li bajêr pêdiviyek çêbû. Komeleya Berî Her Tiştî Zarok di encama van pêdiviyan de ava bû.
Piranîya xebatên komeleyê ji çalakiyên çand-hunerê pêk tên. Tîmûrê ku destnîşan kir ku ew xebatên xwe bi şêwezarên kurdî, kurmancî û kirmanckî/zazakî dimeşînin û piştevaniya psîkososyal jî beşeke ji çalakiyên wan e.
“Li Semsûrê zarok hîna jî nikarin mafên xwe bi kar bînin”
Tîmûrê aşkere kir ku piştî erdhejên 6ê Sibata 2023an wan li Semsûrê jî dest bi xebatan kir û diyar kir ku di van demên dawî de wan dîsa giranî daye ser Amedê. Tîmûrê destnîşan kir ku xebatên li Sûrê jî bi demê re ber bi rêxistinbûna taxê ve berfireh bûne û got:
“Dema em li Sûrê bicih bûn, me dît ku hewcedariyên cuda hene. Me dît ku zarokên li vir him ji komên olî yên tûndrew bandor bûne, him jî li gel malbatên xwe piştî şerên bajarî ên sala 2015an travmayên giran jiyane. Vê yekê pirsiyara ‘di warê rêxistinbûna taxê de em dikarin çi bikin?’ bi me re çêkir. Niha atolyeyên me hene ku em bêyî tu projeyan, bi awayekî xwebexş birêve dibin.”
Zeynep Sîdar Irmak: Em hewl didin bi zarokan re tîmeke şanoyê ava bikin
Zeynep Sîdar Irmakê da zanîn ku piştî wan komele bar kir Sûrê, wan di heyama havînê de dest bi xebateke pîlot kir. Irmakê destnîşan kir ku armanca wan dîtina hewcedariyên zarokên taxê û baldariya wan a li ser atolyeyan bû. Her weha Sîdar Irmakê ragihand ku bi pêşengiya dilxwazan çar atolye hatin vekirin, malbatan rasterast serî li van atolyeyan dan û atolyeyan du mehan berdewam kirin.
Irmakê got ku wan xwestiye piştî heyama havînê jî xebatên xwe bidomînin. Ji bo vê yekê jî diyar kir ku wan ji zarokên beşdarî atolyeyan bûne komek ava kiriye:
“Me ji zarokên ku beşdarî atolyeyan bûbûn komeke ji heft kesî pêk tê ava kir. Em bi malbatan re axivîn. Heke malbat jî bipejirîne ango em destûrê ji malbatan bigirin, em dixwazin di heyama dibistanê de jî bi vê komê re perwerdeyên drama, kûkla û kurdî bidomînin û ji wan tîmeke şanoyê ava bikin.”
Irmak: Armanca me ew e ku em vê xebatê li navçeyên cuda jî bikin
Zeynep Sîdar Irmakê behsa wê yekê kir ku komele li navçeya Çinara Amedê li dijî zewacên di temenê piçûkî de û zewacên bi darêzorê xebatan dimeşîne. Irmakê got ku xebata li Çinarê ji bendewariyên wan zêdetir bi pêş ketiye. Komele plan dike ku di heyama nû de xebatên weke vê li Bismil û Farqînê jî bike.
Irmakê destnîşan kir ku ew ê di heyama nû de çarçoveya atolyeyan jî berfirehtir bikin:
“Em ê perwerdeyên wekheviya zayendî ya civakî, tenduristiya zêdebûnê û tenduristiya zayendî jî li atolyeyên xwe zêde bikin. Me atolyeyên li Çinarê wekî du perwerdeyên cuda yên ji bo mêran û ciwanên nûgîhaştî plan kiribûn. Em ê xebatên nû jî bi veqetandina koman û berfirehkirina van sernavan bi rêve bibin.”
Tîmûr: Di mijara aşitiyê de bi tu awayî zarok wekî aktorekê nehatin nirxandin
Hîvran Timûrê got ku komeleyê mijara aşitiyê jî girtiye rojeva xebatên xwe û destnîşan kir ku di nîqaşên ku tên kirin de serpêhatî û gotinên zarokan bi têra xwe cih nagirin.
Tîmûrê da zanîn ku wan berê bi zarokan re xebatên wênegiriyê meşandine û ji ber vê ezmûnê jî wan dest bi fikirînê kiriye ku ka rojnamegeriyeke aştîxwaz ya zarokparêz dikare çawa bê avakirin. Tîmûr weha pê çû:
“Em niha hewl didin ku mijara aşitiyê bixin rojeva xwe. Di mijara aşitiyê de zarok wekî aktorek tu carî nehatin nirxandin. Zarok nikarin di medyayê de bi nêrînên xwe cih bigirin û hema bêje ev ne pêkan e. Em fikirîn ku 'Gelo rojnamegeriyeke aştîxwaz taybet ji bo zarokan dikare çawa bibe?' Me demeke berê atolyeyên wênegiriyê didan zarokan. Me got ku ka em dikarin vê yekê bi vê mijarê re girê bidin û çi tiştî derxin holê û em di nav xwe de li ser vê difikirin.”
Pêşniyara xebata hevpar a ji bo rojnamegeriya zarokparêz
Di civînê de em li ser fikra Komeleya Berî Her Tiştî Zarok a li ser rojnamegeriya aştîxwaz ya ji bo zarokan axivîn. Her weha weke berdewamiya vê nêrînê em li ser wê yekê axivîn ku bê ka em dikarin bi hev re têkildarî xebatên rojnamegeriya zarokparêz çi bikin.
Di civînê de me behsa xebatên bianetê yên têkildarî rojnamegeriya zarokparêz kirin. Her weha di civînê de em li ser wan rê û rêbazên ku zarok çawa dikare di nûçeyan de wekî aktorek cih bigirin û nêrînên xwe bîne ziman, axivîn.
Hûn dikarin Komeleya Berî Her Tiştî Zarok ji platformên medyaya civakî yên wekî Facebook, X, Instagram, YouTube û Linkedinê bişopînin.
(EG/AY)