Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi navê "Ber bi Siberojê ve Mafdartir" projeyek daye destpêkirin. Komele ji bo vê projeyê wê çendîn kar û xebatan ji bo mafên zimanê zarokan û yên çandî pêk bîne.
Komele wê projeyê bi piştgiriya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) pêk bîne û projeyê di bin sê sernavan de pêk bîne.
Yek ji van sernavan "Xebatên Şopandin û Raporkirina Mafê Zimanê Zikmakî" ye. Li gorî projeyê, Komele ev saleke xebatên derbarê şopandin û raporkirina mafê zimanê zikmakî yê zarokan de dike û bi vê armanc dike ku binpêkirinên mafên zimanê zikmakî yên dema zarok kurmancî û zazakiyê bikar tînin rastîn wan tên. weke raporan amade bikin. Di vir de wê bikaranîna zimanê zikmakî, cihên ku zimanê zikmakî bikar tînin, kelûpelên ji bo pêşketina zimanê zikmakî hatine afirandin, gihîştina zarokan a van kelûpelan, zehmetiyên di bikaranîna zimanê zikmakî de wê mijarên ku komele wan bikolîne bin.
"Şopandina mafên çandî yên zarokan"
Sernavê duyem ê projeya navborî jî şopandina mafên çandî yên zarokan e. Komeleya Berî Her Tiştî Zarok, bi vî beşê projeyê, dixwaze mafên çandî yên zarokan bişopîne û tiştên derdikevin holê, weke raporan amade bike.
Li gorî daxuyaniya Komeleyê, ev rapor wê heta Sibata 2023yan wê temam bibin û bên weşandin.
Wê çendîn kargehan pêk bên
Komele wê ji bo zarokan kargehên muzîk, anîmasyon, amadekirina vîdeoyan û yên pêk bînin û hewl bidin zarok mafên xwe hîn bibin.
Wê Kargehên Felsefeyî ji bo zarok mafê xwe yê zimanê zikmakî li dar bikevin. 6 kargeh wê hebin û 45 zarok wê bikaribin beşdarî van kargehan bibin.
Bi Kargehên Lîstikvaniyê wê bê armanckirin ku zarok lîstekeke balê dikişîne ser zayenda civakî amade û pêşkêş bikin. Di nava du mehan de wê 8 kargeh pêk bên û 20 zarok wê beşdarî van kargehan bibin.
Kargeha Anîmasyonê wî yek ji kargehan e û 15 zarok wê 3 mehan beşdarî 10 kargehan bibin. Di van kargehan de bi heman rengî wê zarok mafên zarokan di warê nivisina senaryoyan, xêzkirin, şêweyên anîmekirina xêzan û teknîkê dengdanê hîn bibin.
Kargehên Fotokêşiyê wê ji bo 20 zarokan û 2 koman pêk bê. Her weha Kargeha Karîkatorê jî wê li dar bikeve.
Komeleyhe bi hevkariay Weqfa Koçê û Zarok TVyê beriya niha xêzefîlmek bi navê "Gergerok"ê amade kiribû û weşandibû. Bi saya vê xêzefîlmê, danasîna dewlemendiyên dîrokî û çandî yên bajarê Amedê hatibû kirin. Komele amadekariya 6 beş xêzefîlmên bi heman rengî dike. Piştî ku ev xêzefîlm biqedin wê li se hesabên medyaya civakî û Zarok TVyê bên weşandin. (FD)