Di lêpirsîna "madeyên hişbir" ya li dijî navdaran de 4 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna "madeyên hişbir" ya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Bakirkoya Stenbolê ve li dijî kesên navdar hatiye destpêkirin de , derbarê 25 kesan de biryara desteserkirinê hatibû dayîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, navên hatine desteserkirin wiha ne:
Akın Altan, Asude Mercan, Ateş İnce, Aybüke Albere, Ayşe Nur Balcı, Buğra Balkaya, Burak Çelik, Büşra Tatar (Canbaz), Cenk Çöteli, Feyza Cihan, Gökhan Şafak, Hazal Eylem İpek Şafak, Hilal Zeynep Hedbe, İlyas Yalçıntaş, İrem Haznedar, Kübra Altay, Mehmet Fatih Aksoy, Melis Selçukoğlu, Oğuz Alp Güler, Orhan Yıldız, Öner Faruk Işık, Sıla Gençoğlu, Şefik Ömer Dolman, Ümit Aslan û Volkan Büyükhanlı.
Dadgeha Cezê û Aştiyê derbarê İlyas Yalçintaş, Ayşe Nur Balci, Orhan Yildiz û Şefik Omer Dolman de biryara girtinê da. 21 kesên din jî piştî îfadeyên wan hatin girtin, serbest bûn.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê de hat destnîşankirin ku di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişber ên ku gefê li tenduristî û ewlehiya civakê dixwin de, di lêpirsînê de gihîştine delîlên nû.
(FY/AY)