Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de hejmara miriyan derket 73 hezar û 386an
Artêşa Îsraîlê ji Cotmeha 2023an vir ve êrişên xwe yên li Xeta Xezeyê didomîne. Di wan êrişan de heta niha 73 hezar û 386 kes mirin e.
Wezareta Tenduristiyê ya li Xezeyê, derbarê wendahiyên canî yên di êrîşên Îsraîlê de yên ji Cotmeha 2023an vir ve de daxuyanî da. Her weha di daxuyaniyê de daneyên dawî hat parvekirin.
Hate ragihandin ku di 24 demjimêrên dawî de cenazeyên 2 kesên ku yek di êrîşa nû de û yek jî di êrîşên berê de jiyana xwe ji dest dabû û cenazeyê wî nû ji bin kavilan hatibû derxistin, tevî 8 birîndaran anîne nexweşxaneyên Xezeyê.
Hate diyar kirin ku ji 10ê Cotmeha 2025an ve ku li Xezeyê agirbest ketibû meriyetê, di êrîşên Îsraîlê de 1258 kesan canê xwe ji dest dane, 4 hezar û 139 kes birîndar bûne û ji bin kavilan jî cenazeyên 807 kesan hatine derxistin.
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê de yên ji Cotmeha 2023an vir ve hejmara miriyan derket 73 hezar û 386an û ya birîndaran jî gîhaştiye 174 hezar û 250 kesan.
Hatiye destnîşankirin ku li Xeta Xezeyê di bin kavilan de hîn jî bi hezaran cenaze hene.