Di erdheja Kolombiyayê de hejmara miriyan derket 132an
Li Kolombiyaya welatê Amerîkaya Başûr, di erdheja bi pileya 7,4an ya ku duh çêbû de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dane derket 132an.
Yekîtiya Paytextên Kolombiyayê (Asocapitales) li ser rewşa dawî ya piştî erdheja 7,4 pileyî ya ku welat hejand daxuyaniyek da. Yekitiyê da zanîn ku hejmara kesên di erdhejê de mirine bûye 132 û zêdetirî 700 kesî jî birîndar bûne.
Li gorî çapemeniya neteweyî, li Pereira, Cali, Quibdo, Manizales û Armeniayê ku herî zêde zirarên giyanî û malî lê çêbûne, rewşa awarte hat ragihandin û li van bajaran ji ber sedemên ewlehiyê qedexeya derketina derve hat sepandin.
Li Kolombiyayê bi pileya 6,6an erd hejiyaye
Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê li bajaran bênavber berdewam dikin. Ji van bajaran herî zêde li Pereirayê wendahî çêbûne û 60 kesî canê xwe ji dest da.
Li gorî çapemeniyê, ji bo 188 kesan serlêdana windabûnê hatiye kirin û fikar hene ku hejmara miriyan hîn zêdetir bibe.
Hate ragihandin ku li Cali, bajarê sêyemîn ê herî mezin ê welêt e, ji ber erdhejê hin rê hilweşiyane û 10 nexweşxane nikarin xizmetê bidin; ji paytext Bogota û Medellinê tîmên lêgerîn û rizgarkirinê ji bo piştgiriyê hatin şandin bo herêmê.
Li Quibdo û Manizalesê jî erdhej bû sedem ku xizmetên av, elektrîk, telekomunîkasyonê û veguhastinê asteng bibe.
Li Caliyê qedexeya derketina derve hat ragihandin

Şaredarê Caliyê Alejandro Eder di daxuyaniya xwe ya bo çapemeniyê de diyar kir ku ji bo pêşîgirtina li bûyerên talanê û dabînkirina ewlehiyê qedexeya derketina derve hat ragihandin û destnîşan kir ku ev biryar ji bo ku tîmên rewşa lezgîn û rizgarkirinê xebatên xwe bi rengekî ewletir û leztir bimeşînin hatiye girtin.
Navenda Lêkolînên Jeolojîk ya DYAyê (USGS) ragihandibû ku erdhejek bi mezinahiya 7,4 pileyî çêbûye û navenda wê nêzî 5 kîlometre rojhilatê bajarokê San Jose del Palmarê yê li rojavayê Kolombiyayê ye.
Li Venezuela, Ekvador û Panamadayê jî hatibû hiskirin
Erdhej ji bilî Kolombiyayê, li herêmên cûda yên Venezuela, Ekvador û Panamadayê jî hatibû hiskirin.
Li gorî nûçeya malpera Telesurê ku navenda wê li Venezuelayê ye, ji ber erdheja li Kolombiyayê, li Venezuelayê rûyê derveyî yê hin avahiyan bi qismî hilweşiyane û zirar gihîşt katedralek û balafirgehekê.
(HA/AY)