Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li welatê Kolombiyaya Amerîkaya Başûr bi pileya 6,6an erdhej pêk hatiye.
Servîsa Jeolojiyê ya Kolombiyayê (SGC) ragihandiye ku navenda erdheja bi pileya 6,6 û 30 kîlometre di bin erdê de çêbûye. Navenda erdhejê Behra Karayîpê ye û 41 kîlometre dûr bajaroka Acandiyê ye. Her weha li gorî saeta herêmî saet 10.05an de pêk hatiye.
SGCyê gotiye ku piştî çend xulekan, erdhejek din bi pileya 4,6an li Deryaya Karayipan çêbûye.
Yekîneya Rêvebiriya Rîska Karesatan ya Niştimanî ragihandiye ku ji ber erdhejê heta niha ti ziyanên canî û madî çênebûne.
Erdhej li herêmên îdarî yên Antioquia, Cordoba û Choco û li Panamaya cîran jî hatiye hîskirin. (AS/AY)