Serokê berê yê Baroya Amedê Tahîr Elçî di sala 2015an de li ber Minareya Çarling a dîrokî ya li navçeya Sûrê hatibû kuştin. Danişîna biryarê ya doza kuştina Elçiyî dest pê kir.
Danişîn ku li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk tê. Turkan Elçî, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Hevseroka Giştî ya DBPê Keskîn Bayindir, parlamenterên CHPê Aliye Tîmîsî Ersever, Okan Konuralp, Sezgîn Tanrikulu, Sevda Erdan Kiliç, Yuksek Taşkin, Cûmhûr Uzun û Sibel Suiçmez beşdarî danişînê bûne. Her weha Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), rêxistinên saziyên sivîl û nûnerên saziyên hiqûqê yên navneteweyî danişînê dişopînin.
Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Erdînç Sagkan jî di nav de ji zêdetirî 40 baroyan parêzer beşdarî danişînê bûn. Beşdarvan li salonê bicih nebûn, bi dehan kes li ser piyan man.
Polîsan bersûc S.T., F.T. û M.S. ji bajarên xwe bi rêya Sîstema Deng û Dîmenî (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Bersûcê firar Ugur Yakişir jî nehat danişînê.
"Heyeta dadgehê hewl da ku bûyer neyê çareserkirin"
Mehmet Elçî, birayê Tahîr Elçî derbarê nêrîna dozger de axivî û got, "We weke heyeta dadgehê hewl da ku bûyer neyê çareserkirin. Me ev yek dît. Em biryara beraetê qebûl nakin.” Piştre kesên mafê axavtinê girtin weha gotin:
Ji parêzerên malbata Elçî, Orhan Kemal Cengîz wiha axivî: “Dadgeha ku li vê dozê dinêhire û dozgerên ku lêpirsîna vê cînayetê bi rê ve birin, bi teref in û girêdayî ne. Şahidên ku ji aliyê dozgeriyê ve anîne bi xwe gotin; ya îşkence li wan hatiye kirin an jî di bin zextan de îfade dane. Ji bo ser vê cînayetê binuxmînin çi ji destê wan hat kirin. Ji bo cînayeta Tahîr Elçî neyê ronîkirin ji destê kê çi hat kirin. Hemû daxwazên ku wê bandorê li ser dozê bikin, hatin redkirin. Gelek delîl di vê dozê de hatin tunekirin. Baro, rêxistinên sivîl bi israr vê dozê dişopînin. Ev doz 20 sal jî berdewam bike em ê bişopînin. Wê hemû berpirsiyar hesab bidin.”
Parêzer Gamze Yalçinê jî destnîşan kir ku di Doza Tahîr Elçî de polîtîkaya “bêcezhiştinê” berdewam dike û got: “Dozger di mutalayê de dibêje, ‘tevî hemû lêkolînan jî delîl nehatine bidestxistin’. Em jî dibêjin li gorî vê îfadeya di mutalayê de, ji bo cînayet were ronîkirin tu lêkolîn nehat kirin. Piştî Tahîr Elçî hat kuştin tu meqamê lêpirsîn û lêkolînek pêwîst nekiriye. Heke li cihê bûyerê delîl bihatana nimrekirin, wê guleya li serê Tahîr Elçî ketiye bihata dîtin û faîl bihatana dîtin. Ji ber ku lêkolîna cihê bûyerê nehatiye kirin û delîl nehatin berhevkirin, delîl hemû hatin windakirin. Piştî cînayetê 4 meh şûnve lêkolîn hat kirin. Heke ne ji rapora Zanîngeha Londrayê bûya, wê dosyeya Tahîr Elçî bi dembihûrînê re rû bi rû mabûya û wê dosye faîl nediyar bihata hiştin. Helwesta meqamên lêpirsînê, bandorê li ser meqamê darizandinê kir. Di qonaxa şopandinê, lêpirsînê de daxwazên me yên bandorê li ser esasê bikirina nehat nixandin û delîl nehatin berhevkirin. We hemû daxwazên me red kirin.”
Parêzer Benan Molu jî anî ziman ku Tahîr Elçî heta roja hat kuştin jî tevahiya jiyana wî bi têkoşîna li dijî bêcezahiştinê re derbas bû û got: “Dosye binpêkirina hukmê ‘lêpirsîna bibandor’ hat birêvebirin. Mixabin heta niha jî lêpirsînek bi bandor nehatiye birêvebirin û encam jê nehatiye girtin. Ev dosye tu zemanî wek dosyeya serokê baroyekî ku destnîşanî azadiya derbirînê dikir nehatiye dîtin. Darizandin li gorî vê yekê nehat kirin.”
Parêzer Tugçe Duygu Koksalê jî li ber mutalaya dozger rabû û got: “Em vê mutalayê qebûl nakin. Dema meriv li mtualayê dinêre qey meriv dibêje mirovek ji rêzê hatiye kuştin û wisa hatiye pênasekirin. Ev dosye ne dosyeya mirovek kuştî ya ji rêzê ye. Heke dadgehê li cihê bûyerê kifşê bikira wê îro bersûcên cuda jî hebûna. Ne diyar e ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule jî li holê tune ye. Ser hemû delîlan hat girtin. Ji ber vê yekê nabe ku mutala bê ka ev operasyon çawa hatiye kirin, gule kuştinê kî berdaye û delîl neyên nîqaşkirin, were dayîn. Lê belê dozger mutalaya xwe ya beraetê da. Divê dîmen dîsa bihatana temaşekirin. Divê bûyer dîsa bihata zindîkirin. Ev nehatin kirin. Nehat dîtin ku kê Tahîr Elçî kuştiye. Gule hat dîtin, yanî delîl hatin berhevkirin lê delîl hatin veşartin. Bi vê yekê nahêlin ku ceza were sepandin.”
Parêzer Aynûr Tuncer Yazgan jî wiha got: “Di vê dozê de maktulek û ji kesekî zêdetir bersûc hene. Polîsên bersûc çi hewldanê nîşan dane ku bi muhtemeliya qestî tên darizandin. Zimanê îdianameya vê dozê şerma vî welatî ye.”
Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erînç Sagkan jî wiha axivî: “Cara ewil e ku em dibînin dozgerek bêyî ku der barê bersûcê bûyerê de lêkolîn bike û ji bo bûyer ronî bibe ketiye nava biryarek leha bersûc. Em çûn û hatin em dîsa hatin serê meseleyê. Kesên ku sifata bersûc li ser wan, a rast wek şahid hatin guhdarîkirin. Parêzerên dosyeyê bi salan têkoşiyan ku ji bo polîs sifata bersûciyê bigirin. Ev 11 celse ne em hemû li vir in. Lê tenê bersûc ne li vir in. Di dosyeyek ewqas krîtîk de, ewqas parêzerên ku pirr micid amadekarî kirine hene, we mafê me yê ku ew bersûc bên darizandin û jêpirsîn ji destê me girt. Em dizanin biryara we pirr zelal e. Jixwe biryar belî ye. Heke we hemû lêkolîn kiribin û ev li gorî wîjdana we be, tiştekî em ê bêjin tune ye. Tu daxwaziyek min ji we tune ye. Nexwê em ê vê dosyeyê bibin dadgehên bilindtir.”
Parêzer Mehmet Emîn Aktar jî da zanîn ku wî şahidiya roja bûyerê kiriye û wiha got: “Dosyeya Tahîr Elçî ji roja ewil ve nehat ronîkirin. Roja ewil a bûyerê kes neket nava hewldana berhevkirina delîlan. Dozger radibe dibêje, ‘wê bersûc ji gumanê sûdê bigir’. Ev çawa çêdibe.”
Aktar hin wêneyên aydî kêliya bûyerê nîşanî şandeya dadgehê da. Aktar destnîşan kir ku cînayeta Tahîr Elçî ne bûyerek wisa ye ku serê were girtin û delîlên wê bên veşartin û got: “Ji ber vê yekê neçar man dosyeyê vekin. Mantalîteya bingehîn ku bersûc neyên cezakirin ev e; ji berk u Tahîr Elçî kurd e.”
Parêzer Yakûp Guven jî got: “Li şûna ku emniyet ewlehiyê pêk bîne lê me dît ku emniyet ketiye bin gefan. Edliye cih û meqamên heq û edaletê ne, lê me îro û gelek carên din jî dît ku dadgeh bûne mekanîzmayên sergirtina bûyeran. Ji ber van sedeman êdî baweriya mirovan bi darazê û pêkanîna edaletê nemaye.”
Parêzer Cîhan Aydin jî got: “Ji bo me ferqa kesên ku cînayeta Tahîr Elçî pêk anîne û yên ku kujeran diparêzin nîne, ji bo me hemû yek in. Em dixwazin kujerê Tahîr Elçî were dîtin.”
Parêzer Azîz Tokay jî bal kişand ser pêvajoya gefên li dijî Tahîr Elçî û pêvajoya wî darizandinê û got: “Tahîr Elçî nehat parastinê. Wê aştiya vî welatî parast, lê ew bi xwe nehat parastin. Roja ku hat kuştin, aştî, edalet û hiqûq hat kuştin. Em hemû daxwazên xwe dîsa dubare dikin. Ji bo ku cînayeta Tahîr Elçî jî tev li karwanê cînayetên faîl nediyar nebe, me sond xwariye ku em ê heta dawiyê têbikoşin.”
Hevseroka Giştî ya OHD’ê Ekîn Yeter: “Dixwazin bi polîtîkaya bêcezahiştinê vê dosyeyê bigirin. Mafê jiyankirinê yê Tahîr Elçî hebû lê vî mafî ji destê wî girtin. Dibû ku wê rojê her yek ji me jî li wir bûya. Em dixwazin kuştina Tahîr Elçî were ronîkirin. Em tev dizanin mesele çi ye, bila kes kesî nexapîne.”
Parêzer Mesût Beştaş: Doza Tahîr Elçî dozek bi darê zorê hat vekirinê ye. Rewşa dozger li ber çavan e. Ev darizandin bi zexta raya giştî tê kirin. Derkevin van kolanan û bipirsin, ‘Kî vê cînayetê kir, çima kir?’ Wê her kes bêje Tahîr Elçî ji ber gotinên anîn ziman, hatiye kuştin. Tu armancek cînayetên siyasî nabe.
Piştî navbera hat dayîn serokên baroyan axivîn. Seroka Baroya Stenbolê Fîlîz Saraç, Serokê Baroya Îzmîrê Sefa Yilmaz, Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz, Serokê Baroya Enqereyê Mustafa Koroglû, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Agiriyê Serdar Gunakin jî di danişînê de axivîn û nerazîbûn nîşanî daxwaza ku bersûc bên beraetkirin dan û destnîşan kirin ku ev doz li vê dadgehê naqede û xwestin delîl bên berhevkirin.
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, Serokê Baroya Gîresûnê Soner Karademîr, Serokê Baroya Bûrsayê Metîn Oztosûn, Seroka Baroya Dêrsimê Fatma Kalsen, Serokê Baroya Qersê Fettah Çapkurt, Serokê Baroya Edeneyê Semîh Gokayas, Serokê Baroya Antalyayê Huseyîn Geçilmez, Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alptekîn jî axivîn û xwestin hiqûq bi cih were û bê sepandin û li gorî nirxên gerdûnî biryar bê dayîn.
Seroka Baroya Bedlîsê Gulhan Bayram Sekmen, Serokê Baroya Ispartayê Unsal Çankaya, Serokê Baroya Zonguldakê Turker Kapkaç, Serokê Baroya Mûşê Kadîr Karaçelîk, Serokê Baroya Semsûrê Bîlal Dogan, Serokê Baroya Batman Erkan Şenses jî diyar kirin ku delîlên bûyerê nehatine berhevkirin û heke ev doz bêceza were hiştin dê rê li ber cînayetên nû veke. Serokê baroyan destnîşan kirin ku Tahîr Elçî bi awayek nemerdî, bêbext û xayîn hatiye kuştin û wê ev doz di dîroka darazê de bi awayek xerab cihê xwe bigire. Serokê baroyan xwestin ku biryarek bêteref bê dayîn û ew ne li bendê ne ku dadgeh biryarek adilane bide û lê ew ê ji bo kujerên Elçî bên cezakirin dê bi her awayî têbikoşin.
"39 daxwaz nehat pejirandin"
Parêzer Mahsûnî Karaman jî da zanîn ku bêyî dosye bê lêpirsînkirin, di bin “siya dewletê” de hat birêvebirin û destnîşan kir ku divê lêpirsÎn ji nû ve bê birêvebirin. Karaman anî ziman ku di danişînê de heta îro 39 daxwazên wan hatine redkirin û bi tevî îro ve jî dê bibin 40 daxwaz. Karaman got bêhiqûqiya ku di danişînê de diqewime ew ê qebûl nekin.
Parêzer Mahsûn Bati jî diyar kir ku ew bêhiqûqiyê qebûl nakin û ji ber vê bêhiqûqiyê dadgehê protesto dikin.
Parêzer û beşdarên li eywana danişînê li çepikan dan û ji salonê derketin.
Piştî navberê dadgehê biryara xwe aşkere kir. Heyeta Dadgehê biryara beraeta M.S., F.T. û S.T. da.
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin
Pêvajoya Darazê
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin.
(İY/AY)