Bernameyên “Solo Fest4”ê yên ku Mordem Sanat li Amedê li dar dixin, berdewam dikin. Di çarçoveya festîvalê de promiyera lîstika şanoyê ya Şaneşîn Performance ya bi navê “Şexê Senaniyan” pêk hat. Şano ji ber pirtûka helbestvanê navdar Feqiyê Teyranî ve hatiye girtin.
Di lîstikê de M. Xelat Ertoşî wek çîrokbêj derdikeve li ser dikê. Derhênerê lîstikê Recep Îçen e, şêwirmend jî Şêrko Janzêm e. Erdal Açıl bi karûbarên teknîkî re mijûl e.
Ekîb dixwaze vê berhema klasîk a wêjeya kurdî, bi rengekî cuda û bi çîrokbêjiyê pêşkêşî temaşevanan bike. (İY/FD)