Dengbêj Kurdê çend roj berê ji bo beşdarî Solo Fest4ê bibe ji Silopyayê, navçeya Şirnexê hatibû Amedê. Dengbêj Kurdê di bernameyê de derket ser dikê û stranên xwe yên dengbêjiyê stran.
Ew demeke dirêj e ku bi dengbêj Henîfayê re tevli bernameyan dibe lê vê carê bi tena serê xwe bû. Dengbêj Henîfa ji ber nexweş bû nehatibû bernameyê, lê dengbêj Kurdê weke ku Henîfa li ba wê bû stranên xwe stran.
Çarenûsa Henîfa û Kurdê dişibe hevdu. Kurdêya niha 57 ye bavê wê, keçekê direvîne û tîne ser dêya wê. Bavê Kurdê di 10 saliya xwe de wê dike berdêla xwe. Dengbêj Henîfa jî mîna Kurdê di 10 saliya xwe de hatiye zewicandin.
Ew di malên xwe de bi kevneşopiya dengbêjiyê mezin bûne. Paşê jî çarenûsa wan, wan digihîne hev û bi hev re stranan distirên. Li Silopiyê ku Navenda Çand û Hûnerê ya Laleşê tê vekirin, herdû li wir êdî dibin dostên qedîm û ji hevdu venaqetin.
Piştî bernameya li Amedê Dengbêj Kurdê hest û ramanên xwe ji bianetê re vegotin. Kurdê destnîşan kir ku dengbêjên jin, rastî gelek pirsgirêkên mezin tên: "Astengiya li pêşberî dengbêjên jin an bavê wan e, yan dayika wan, an jî birayê wan e. Li pêşberî min û Henîfa jî kesên ku bibin asteng hebûn. Lê me guh neda kesî û zincîrên xwe qetan in."
Dengbêj Kurdê diyar kir ku li herêma Silopyayê bi tenê kurikek maye dengbêjiyê dike û dengbêjî xilas bûye. (İY/FD)