Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatibû hilbijartin. Li ser îtîraza AKPê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, namzetiya Zeydan hate betalkirin. DEM Partiyê li dijî dayîna mazbatayê ya ji bo namzetê AKPê, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da.
Di serlêdanê de hat xwestin ku biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê were betalkirin.
Mazbataya Zeydanê ku li Wanê ji sedî 55ê bi dest xist dan AKPyê
Her weha di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara şûnvedayîna mafên qedexekirî yên Zeydan di 4ê Nîsana 2023an de hatiye dayîn.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di serlêdanê de weha hatiye gotin:
“Ya ku biryara şûnvedayîna mafên qedexekirî ji Rêvebiriya Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstîkê ya Wezareta Dadê re şandî jî dadgeh bi xwe ye.”
Di vê mijarê de jî tu qisûra miwekîl nîne. Piştî kontrokkirina îadekirina mafên qedexekirî, personelên Wezareta Dadê bi xwe ev biryar li Qeyda Sicîla Edlî bar kirine û di vê mijarê de miwekîl tu tiştek nekiriye.”
“Di heman demê de yên ku ev qeyda sicîla edlî nêzî salekê muhafeze kirî jî Wezareta Dadê bi xwe ye. Ya ku Belgeya Qeyda Sicîla Edlî ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê re şandî û jê re got sabiqeya wî tune ye jî Wezareta Dadê bi xwe ye.”
Ji DEM Partiyê bo desthilatê: Li Wanê rêzê li serokatiya Abdûllah Zeydan bigirin
Çi bûbû?
Di 31ê Adarê de li Tirkiyeyê û bajarên kurdan hilbijartina herêmî hat kirin.
Li bajarê Wanê namzetê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ji sedî 55,48ê dengan bi dest xist û li Wanê bû yekem.
Namzetê AKPê Abdulahat Arvas jî li Wanê ji sedî 27,15ê dengan bi dest xist û bû duyem.
“Roja Îniya 29ê Adara 2024an 5 xulek beriya ku mesai bi qede û du roj pêş hilbijartinê Wezareta Dadê bi biryar û nivîsek îtiraz li mafên qedexekirî yên Zeydanî kiriye. Zeydan di sala 2022an de mafên xwe yên qedexekirî bi dest xistibû û ji bo serokatiya şaredariyê dema serî li YSKyê dabû di hemê kontrolên qanûnî de derbas bûbû.”
Abdûllah Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê têkildarî mafê hilbijartinê yê Zeydan lêkolîn da destpêkirin. Her weha lêkolîn bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê dosyaya Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji dadgeha ku lê dihat darizandin xwest.
Lijneya Hilbijartinê a Bajarî piştî lêkolîna xwe biryar da ku Zeydan nikare bê hilbijartin û mazbata da namzetê AKPê Abdulahat Arvas ku di hilbijartinê de piştî Zeydan wî zêde deng bi dest xistibû.
Welatî piştî vê biryarê li Wanê û gelek deverên din daket kolanan nerazîbûn nîşan dan.
Abdullah Zeydan sala 2016an dema ku parlamenterê HDPyê bû hatibû girtin û bi Selahattîn Demîrtaş re zêdeyî 6 salan di Girtîgeha Edîrneyê de mabû.
Zeydan sala 2022yan hatibû berdan û piştî ku ji girtîgehê derket bi biryara dadgehê qedexeya li ser mafên xwe rakiribû û li ber nemzedbûna wî ti asteng nemabûn.
Bi vê biryara nû re biryara berê ya radestkirina mafên qedexekirî yên Abdullah Zeydan hat betalkirin.
(RT/AY)