Abdûllah Zeydan di hilbijartinê 31ê Adarê de weke Şaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin. Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê têkildarî mafê hilbijartinê yê Zeydan lêkolîn da destpêkirin. Her weha lêkolîn bi dawî bû.
Lijneya Hilbijartinê ya Bajarê Wanê dosyaya Şaredarê Wanê Abdullah Zeydan ji dadgeha ku lê dihat darizandin xwest.
Lijneya Hilbijartinê a Bajarî piştî lêkolîna xwe biryar da ku Zeydan nikare bê hilbijartin. Lijneyê biryar da ku mazbatayê bide namzetê AKPê Abdulahat Arvas ku di hilbijartinê de piştî Zeydan wî zêde deng bi dest xistibû.
(RT/AY)