Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Danezana 1ê Gulanê Roja Karkeran a Cîhanî aşkere kir. Danezan bi dirûşma “Ji bo ked, aştî û edaletê ber bi 1ê Gulanê ve” hate weşandin.
Di danezanê de hate gotin ku ew 1ê Gulana îsal bi êrişkariya emperyal, şer, krîza aborî, kedxwarî û bêîstiqrariya siyasî pêşwazî dikin.
Di danezanê de krîza aborî, xizanî, hejarî, kedxwarî û pirsgirêkên din ên li Tirkiyeyê hatin rêzkirin û hate gotin ku îktîdar li dijî vê rewşê mafên sendîkayî, xwerêxistinkirin û grevê qedexe dike.
DEM Partiyê di çarçoveya xebatên 1ê Gulanê de ev biryar girtin:
"* Hemû xebat dê bi dirûşma ‘Ji bo ked, aştî û edaletê ber bi 1’ê Gulanê ve’ bên kirin.
* Dê li Amed û Wanê mitîngên navendî bên lidarxistin û. Ji bajarên derdorê dê tevlibûn nebe û her bajar xwe li gorî hêza xwe birêxistin bike.
* Li Tirkiye û herêmê dê bi beşdariya hêzên ked û demokrasiyê xebat bên kirin û hedef mitîngên xurt û bicoş e.
* Tax bi tax, kolan bi kolan, mal bi mal dê xebat bên kirin.
* Pankart dê li avahiyên bajar û navçeyan, li cade, rawestgeh û qadan bê daliqandin.
* Li febrîqe, OSB, qadên çandiniyê, atolyeyên tekstîlê, şantiye, maden, sektora turîzmê û li bazaran stand bên danîn, belavok bên belavkirin, bi karkeran hevdîtin bên kirin û bangên meşan bên kirin.
* Ji bo keda jinê û keda nava malê bêhtir bê bînayîkirin dê bi Meclisên Jinan re xebatên hevpar bên meşandin.
* Bi karkerên ciwan, zarokên karker û bêkaran re hevdîtinên taybet bên kirin.
* Dê piştevaniyê bidin berxwedanên karkeran ên herêmî û grevan.
* Dê bi têkoşîna ekolojiyê re têkilî bê danîn û li dijî talankirina xwezayê deng were bilindkirin.
* Platformên medyaya dijîtal û çapemenî dê çalak were bikaranîn.”
(AB/AY)
