DEM Partî: Bi “Qetlîama Seyfo”yê re hevrû bibin
- DEM Partî li salvegera 111an a Qetlîama Seyfoyê daxuyanî da û bertek nîşanî komkujiya li dijî Suryaniyan a 15ê Hezîrana 1915an da.
- Di daxuyaniyê de hat gotin ku di vê qirkirina girseyî de bi sed hezaran Suryanî hatin kuştin û ji cihên xwe hatin derxistin. Partiyê diyar kir ku êşên Seyfoyê hêj di bîran de zindî ne û bang li rûbirûbûn, qebûlkirina berpirsiyariya dîrokî û avabûna edaletê kir.
- Hat gotin ku înkarkirina raboriyê birînên nû vedike, lê hevrûbûn û edalet deriyê paşerojeke hevpar vedike. DEM Partî destnîşan kir ku gelê Suryanî ne tenê dixwaze qetlîam bê qebûlkirin, lê di heman demê de dixwaze bi ziman, bawerî û çanda xwe wekî hevwelatiyên wekhev bijî.
- Li gorî agahiyan, di dema Seyfoyê de nêzîkî 250,000 Asûrî hatin kuştin û tenê li Turabdînê 90,313 Asûrî jiyana xwe ji dest dan.
DEM Partiyê bertek nîşanî komkujiya Seyfoyê ya li dijî Suryaniyan da û banga hevrûbûnê kir
Komîsyona Gelan û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), derbarê salvegera Qetlîama Seyfoyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
HDKê qurbaniyên "Komkujiya Seyfo" bibîranî
Di daxuyaniya ku bi sernavê "Di sala 111an a Seyfoyê de em hevxemên êşa gelê Suryanî ne" hat dayîn de weha hat gotin:
"15ê Hezîrana 1915an, ji bo Suryaniyên ku ji gelên herî kevnar ên Mezopotamyayê ne, bûye destpêka karesateke mezin û qirkirineke girseyî. Di vê pêvajoyê de ku di bîra gelê Suryanî de wekî “Seyfo” ku tê wateya “şûr” cih girtiye, bi sed hezaran mirov hatin kuştin û ji cih û warên xwe bûn; ziman, çand, bawerî û hebûna dîrokî ya neteweyek hat armanckirin."
Divê bi qetlîamê re hevrû bibin
Di daxuyaniya DEM Partiyê de weha hat gotin:
"Tevî ku 111 sal ji ser re derbas bûne jî, êşên ku Seyfoyê anîne hêj di bîran de zindî ne. Heta ku bi rastiyê re rûbirûbûn çênebe, edalet ava nebe û berpirsiyariya dîrokî neyê qebûlkirin, ev êş dê ji nifşekî derbasî nifşê din bibin.
Gelê Suryanî ne tenê dixwaze ku karesata mezin a berê bê qebûlkirin; di heman demê de daxwaz dike ku îro bi ziman, bawerî û çanda xwe wekî hevwelatiyên wekhev bijî. Ev tişt, şertê civakeke demokratîk û jiyana hevpar e. Li erdnîgariya Mezopotamya û Anatoliyayê ku bi sedsalan e gel, bi bawerî û çanda xwe tê de bi hev re dijîn; riya aştiya mayînde, demokratîkbûnê û edaleta civakî di rûbirûbûna bi rastiyan re derbas dibe. Înkarkirina raboriyê birînên nû vedike; lê hevrûbûn û edalet deriyê paşerojeke hevpar vedike. Em wekî DEM Partî; xwedî li daxwaza edalet û rûbirûbûnê ya gelê Suryanî derdikevin û kesên ku di Seyfayê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtin bi bîr tînin. Em careke din diyar dikin ku em şirîkê êş û bîra gelê Suryanî ne."
Seyfo tê çi wateyê?
Seyfo tê wateya qirkirina Asûriyan a ku di sala 1915an de pêk hat. Di dema Seyfo de, nêzîkî 250,000 Asûrî di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de hatin qetilkirin.
Li gorî agahiyên fermî yên ku ji Metropolît Afram Basavmê ve hatine dayîn, di dema Seyfo de tenê li Herêma Turabdinê di navbera 1914-1918an de 346 gundên Asûriyan rastî êrişên Misilmanan û leşkeran hatin.
156 dêr û manastir hatin şewitandin an jî wêrankirin. Bi tevahî 13,350 malbatên Asûrî û 90,313 Asûrî hatin qetilkirin. Her wiha 154 Rûhanî jî hatin kuştin.
Di sala 1915an de, 6.463 malbat li 90 gundên Asûriyan dijiyan. Di sala 1992an de, tenê 457 malbat man. Di sala 2017an de, hejmara Asûriyan li Turabdînê dijiyan li dora 2,500-3,000 bû.
Eger ji bo Asûriyên ku ji Seyfo sax man jiyaneke aram û ewle bihata dayîn, îro li Turabdînê nêzîkî 250 hezar Asûrî dijiyan. Hejmara giştî ya Suryaniyên li Tirkiyeyê dijîn bi qasî 15 hezar e.
46 SAZIYÊN SURYANAN JI MACRONÎ XWESTINE
"Roja Bîranîna Komkujiya Suryanan ragihîne"
(AY)