Daneyên wezaretê hatin aşkerekirin: Daxwaza ji bo dersên bijarte yên kurdî zêde bûne
Li gorî daneyên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB), di qonaxa xwendinê ya 2025-2026an de di çarçoveya dersa "Ziman û Zaravayên Zîndî" de daxwaza ji bo zaravayên kurdî derket asteka herî bilind a salên dawî.
Li gorî daneyên di pêşkêşiya Memur-Sen û Saziya Lêkolînê ya Rawestê de ku dispêrin daneyên MEBê, ji bo kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) bi tevahî 37 hezar û 406 xwendakaran dersa "Ziman û Zaravayên Zîndî" hilbijart.
Axavtina bi kurdî di nava nifşande lawaz dibe, lê daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê bilind dibe
Li gorî nûceya Rûdawê, di çarçoveya dersê de ji xwendakaran 30 hezar û 441an kurmancî, 4 hezar û 488an kirmanckî/zazakî, hezar û 890an dersên ku hûrgiliyên wan nehatine diyar kirin, 400an Adîgeyî, 144an Boşnakî û 41an jî dersa Lazkî hilbijartine. Li gorî vê yekê, Kurmancî ji sedî 81,4 û Zazakî jî ji sedî 12yê hemû dersên zimanên zîndî pêk tînin.
Daxwaz li Amed, Mêrdîn û Êlihê zêde bûn
Amed bi 7 hezar û 421 xwendakaran bû yekem bajar ku herî zêde dersa zaraveyê kurmancî hilbijartin e. Piştî Amedê bi 6 hezar û 58 xwendakaran Mêrdîn, bi 4 hezar û 694 xwendakaran Êlih, bi 3 hezar û 226 xwendakaran Colemêrg û bi 2 hezar û 971 xwendakaran Wan tê.
Li Şirnexê 2 hezar û 256, li Agiriyê hezar û 16, li Riheyê 939, li Bedlîsê 676, li Sêrtê 565, li Mêrsînê 324 û li Mûşê jî 183 xwendakaran dersa kurmancî hilbijartin.
Li gorî daneyan, tenê Amed, Mêrdîn û Êlih nêzîkî ji sedî 60ê xwendakarên ku dersa kurmancî hilbijartine pêk tînin. Amed jî tenê bi xwe hejmara nêzîkî çaryeka xwendakarên li seranserê welat dihewîne.
Bi 3 hezar û 21 xwendakaran Çewlîg bû navenda kirmanckiyê
Dema ku qonaxên xwendinê yên 2024-2025 û 2025-2026an tê berawirdkirin, meyleke ne wek hev derdikeve holê.
Hejmara xwendakarên ku dersa kurmncî hilbijartine li Bedlîsê ji sedî 47, li Wanê ji sedî 31, li Agiriyê ji sedî 17, li Êlihê ji sedî 14 û li Şirnexê jî ji sedî 12 zêde bûye.
Her weha li Riheyê ji sedî 35, li Colemêrgê ji sedî 16, li Amedê ji sedî 10 û li Mêrdînê jî ji sedî 5 kêm bûye.
Bajarê ku xwendakaran herî zêde dersa kirmanckiyê lê hilbijartine bi 3 hezar û 21 xwendakaran Çewlîg e. Piştî Çewlîgê Amed (hezar û 285) û Dêrsim (171) hatin.
Rêjeya xwendakarên keç û kur nêzîkî hev in
Ji xwendakarên ku dersa kurmancî hilbijartine jê 15 hezar û 631 kur û 14 hezar û 810 keç bûn. Li gorî vê yekê, keç ji sedî 48,7 û kur jî ji sedî 51,3ê xwendakaran pêk tînin. Daneyan nîşan da ku daxwaza ji bo dersa bijarte ya kurdî ji aliyê zayendî ve bi hevsengî hatiye dabeşkirin.
Li gorî daneyên demdirêj ên di pêşkêşiyê de cih digirin, hilbijartina dersa bijarte ya ji bo zaravayên kurdî lûtkeya berê ya sala 2015an li paş xwe hiştiye.
Li gorî vê yekê, di sala xwendinê ya 2025-2026an de hejmara hilbijêran gihîştiye nêzî 59 hezarî û derket asta herî bilind a 15 salên dawî. Li gorî daneyan, ji asta herî nizm a sala 2020an vir ve daxwaza giştî ji sedî 295 zêde bûye, rekora berê ya sala 2015an jî bi rêjeya nêzî ji sedî 60 hat derbaskirin.
(FY/AY)