Cenazeyê hunermend Murat Çîçek li Colemêrgê definkirin
Senarîst û sînemager Murat Çîçek, di 3ê Tîrmehê de li Japonyayê di dema desteserkirinê de bi awayekî biguman canê xwe ji dest dabû. Murat Çîçek di 25ê Hezîranê de li Japonyayê qezayeke trafîkê derbas dike û piştre tê desteserkirin û li qereqola ku lê dimîne koça dawî dike.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat, Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Japonyayê piştî mirina Çîçek, di 8ê Tîrmehê de agahî dabû malbatê.
Cenazeyê Çîçek roja 17ê Tîrmehê ji Japonyayê gihîşt Stenbolê û heman rojê jî şandibûn Wanê.
Otopsiya Murat Çîçek vê serê sibê li Wanê hat kirin û piştre ew birin Colemêrgê. Cenaze li goristana Taxa Nû ya li navenda bajêr bi girseyî hate veşartin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkûn Parlak, hevserok û rêveberên DEM Partî û DBPê, bi sedan welatî tev li merasîma cenaze bûn. Ji bo Murat Çîçek li mizgefta Taxa Nû şîn hat danîn û wê şîn 2 rojan bidome.