Canan Kaftanciogluyê wê bi “darêzorê” bibin dadgehê
Danişîna yekem a doza ku bi îdiaya “heqaret” li Serokkomar Erdogan kiriye li Seroka berê ya Şaxa Stenbolê ya CHPê Canan Kaftancioglu hatî vekirin, li 53emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê ya Stenbolê pêk hat.
Kaftancioglu beşdarî danişînê nebû, parêzerên aliyan di danişînê de amade bûn.
Kaftancioglûyê ji bo peyva “dîktator” îfade daye
Parêzerê Erdogan “ji ber îhtîmala zirar dîtina ji sûç” daxwaz kir ku tevlî dozê bibe. Parêzerê Kaftanciogluyê jî diyar kir ku muwekîla wî li derveyî bajêr e û got ku ew ê di danişîna bê de amade be.
Dadgehê daxwaza parêzerê Erdogan qebûl kir. Her weha derbarê Kaftancioglu de biryara "anîna bi darêzorê" da.
Danişîn taloqî 15ê Îlonê kir.
Endamtiya Canan Kaftancioglûyê ya CHPyê betal bûye
Çi bûbû?
Serokkomar Erdogan, di 30ê Nîsane 2025an de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê bertîl, gendelî û bikaranîna çavkaniyên giştî de daxuyanî dabû.
Kaftanciogluyê jî daxuyaniya Erdogan retweet kiribû û ev gotin bi kar anîbûn:
"Ev deynê li ser milê me ye jî... Ew rojên ku dê kesên destê xwe dirêjî beytulmalê dikin werin darizandin nêzîk in."
Piştî vê parvekirinê, bi îdiaya ku "heqaret li Serokkomar kiriye" li dijî Kaftanciogluyê doz hat vekirin.
Kaftancioglu, ji ber vê parvekirina navborî di 23ê Cotmehê de li Rêveberiya Emniyeta Stenbolê îfade dabû.