Biryara Trump a înovasyona neteweyî di pêşbaziya li gel Çînê de gaveke nû ye
Serokê DYAyê Donald Trump, bi armanca ku di pêşbaziya hişê çêkirî de serdestiya Washingtonê ya li hemberî Çînê biparêze û lezê bide pêşxistina sîstemên nifşê nû, biryarnameyeke serokatiyê ya berfireh îmze kir.
Biryarnameya bi sernavê “Geşepêdana Înovasyon û Ewlekariya Hişê Çêkirî a Pêşkeftî”, hevkariya di navbera dewlet û şîrketên teknolojiyê de berfireh dike. Di heman demê de plan dike ku binesaziyên krîtîk û torên ewlekariya neteweyî, li hemberî gefên sîber ên ji ber jîriya destkar tên, bi hêztir bibin.
Hevkariya bi sektora taybet re
Biryarnameya ku di 2ê Hezîranê de hat îmzekirin, wekî berdewamiya xeta rêveberiya Trump xûya dike. Ev xet li ser bingeha "rêziknameyên sist û înovasyona bilind" dimeşe. Li gorî Koşka Spî, DYA nikare pêşengiya xwe ya di qada hişê çêkirî de bi "rêziknameyên burokratîk ên giran" biparêze; ji bo vê yekê hevkariya bi sektora taybet re şert e.
Ev biryarname ji saziyên federal dixwaze ku bi şîrketên hişê çêkirî re nêzîktir bixebitin, di sîstemên krîtîk de valahiyên ewlehiyê bibînin û kapasîteya parastina sîber a hişê çêkirî xurt bikin.
Ji bo dewletê derfeta midaxeleyê
Li gorî kovara Wired a ku geşedanên di hişê çêkirî û şîrketên mezin ên teknolojiyê de dişopîne; yek ji aliyên herî balkêş ên biryarnameyê ew e ku çarçoveyekê ava dike. Bi saya vê çarçoveyê, hikûmet dikare modelên hişê çêkirî ên herî pêşkeftî yên cîhanê, hê di qonaxa destpêkê de lêkolîn bike.
Her çiqas di pêşnûmayên destpêkê de mekanîzmayên kontrolê yên neçar hatibûn plankirin jî, piştî nerazîbûna şîrketên teknolojiyê sîstem hat guhertin. Sîstema nû li ser bingeha hevkariya bi dilxwazî hat avakirin. Li gorî vê yekê, şîrket berî ku modelên xwe yên nifşê nû ji gel re vekin, dikarin bi hin saziyên dewletê re parve bikin; bi vî rengî dê rîskên ewlehiya neteweyî û ewlehiya sîber ji berê ve bên nirxandin.
Rêveberiya Trump vê nêzîkatiyê wekî "zêdekirina ewlehiyê bêyî ku rê li ber înovasyona Amerîkayê bê girtin" pêşkêş dike. Li gorî nûçeya Axiosê; biryarname plan dike ku di bin banê saziyên federal de navendeke hevpar a koordînasyona ewlehiya sîber bê avakirin, êrişên bi çavkaniya hişê çêkirî zûtir bên tespîtkirin û binesaziyên krîtîk bên parastin.
Di pêşbaziya bi Çînê re lêgerîna serdestiya stratejîk
Sedema bingehîn a vê biryarê ne tenê teknolojî ye, sedem pêşbirka giran a di navbera DYA û Çînê de ye. Rêveberiya Trump ev du sal in ku hişê çêkirî wekî yek ji hêmanên bingehîn ên mezinbûna aborî, serdestiya leşkerî û bandora jeopolîtîk pênase dike. Li gorî nirxandina Koşka Spî; pêşengiya di qada hişê çêkirî de dê ne tenê paşeroja sektora teknolojiyê, lê belê dê ewlehiya neteweyî û hevsengiya hêzê ya gerdûnî jî diyar bike.
Li gorî nirxandina The Guardianê, ev biryarname ne tenê rêzikeke teknolojiyê ye; ev biryarname nîşan dide ku Washington di pêşbaziya hişê çêkirî a cîhanê de derbasî qonaxeke nû bûye. Di serdema Biden de polîtîkayeke ku giranî dida ewlehî û kontrolê hebû; lê di serdema Trump de êdî çarçoveyek heye ku rasterast berê xwe dide pêşbazî, lez û serdestiya stratejîk. Dîsa jî, rexnegir hişyarî didin û dibêjin ku daxwazîbûna kontrolên ewlehiyê dibe sedem ku rîskên sîstemên xurt ên hişê çêkirî bi têra xwe neyên kontrolkirin.
Peyama ku Washington dixwaze bi vê biryarnameyê bide zelal e: DYA di pêşbaziya hişê çêkirî de li şûna rêzikname û kontrolê, giraniyê dide lezbûn û pêşengiyê û dê vê stratejiya xwe bidomîne.
(AEK/AY)