Bilgesu Erenusê koça dawî kir
Yek ji keseyatên girîng ên şano û wêjeyê Bilgesu Erenus di 83 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
Di daxuyaniya ku li hesabên medyaya civakî yên Şanoyên Bajarî yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (İBB) hatiye dayîn de ji bo xizmên Erenusê sersaxî hat xwestin. Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku yek ji navên hêja yên şano û wêjeya Tirk Bilgesu Erenusê wefat kiriye. Em Bilgesu Erenusa ku bi berhemên xwe xebatên mezin ji bo wêjeya şanoyê kiriye û nivîskara lîstika 'Yaftalı Tabut' ya ku di repertuvara me de cih digire, bi rêz û rehm bi bîr tînin."
Ji bo Erenusê di 8ê Tebaxê de li Sehneya Harbiyeyê Muhsin Ertugrul saet di 10.30an de dê merasîm bê li dar xistin.
Erenûs nivîskar e û yek ji damezrînerên Ozgur Universiteyê ye(Zanîngeha Azad). Di çalakiyên civakî de yên ji bo daxwazên xwendekarên zanîngehê û xizmên girtiyan de cih digirt.
Ji ber nivîsên xwe yên siyasî derbarê wê de gelek doz hatin vekirin û ji bo demeke kurt di girtîgehê de ma.
(Mİ/AY)