Tîma nû ya Lîga Super Amedsporê ji bo rahêneriyê bi Besnik Hasi re li hev kir ku herî dawî ji tîma Belçîkayê Anderlechtê veqetiyabû.

Amedspor derket Super Lîgê: “Slav Super Lig!”
Amedsporê li ser peymana nû daxuyaniyek belav kir û da zanîn:
“Kluba me bi rahêner Besnik Hasi re ji bo serdemên 2026/2027 û 2027/2028an peymanek îmze kir.
Em bixêrhatina rahênerê me Besnik Hasi ya li malbata Amedsporê dikin û di erkê wî de serkeftinê dixwazin.”
Tê çaverêkirin ku rahêner Besnik Hasi di demeke nêzîk de biçe Amedê û peymana fermî îmze bike.

Nahît Eren cara duyemîn bû serokê Amedsporê
Derbarê Besnik Hasi de?
Besnik Hasi 29ê Kanûna Pêşîn a 1971ê li bajarê Yakovayê yê Kosovoyê ji dayîk bûye. Rahênerê bi tecrube bi eslê xwe Alban/Arnawid e.
Hasi di kariyera xwe ya futbolê de di pozîsyona lîberoya pêş de lîstiye. Wî 43 caran formaya Tîma Neteweyî ya Arnawidistanê li xwe kiriye û 2 gol avêtine. Hasi beşeke mezin a kariyera xwe ya futbolê li Belçîkayê derbas kir û herî zêde di tîma Anderlechtê de lîst. Wî her wiha di tîma Cercle Bruggeyê de jî lîst û sala 2008an dev ji futbolê berda.
Besnik Hasi di tîma Anderlecht U19ê de dest bi kariyera xwe ya rahêneriyê kir û sala 2014an bû rahênerê tîma Anderlechtê. Wî di dema xwe ya ewil a rahêneriyê de di sezona 2013-2014an de bi tîma xwe re bû şampiyonê Lîga Super a Belçîkayê û Kupaya Super a Belçîkayê bir mala xwe.
Hasi heta niha di van tîman de xebitiye:
· Anderlecht (2014-2016, 2025-2026): Di 119 maçan de navîniya 1,85 puanî bi dest xist û carekê bû şampiyonê lîgê.
· Legiya Varşova (2016)
· Olympiakos (2017)
· Al-Raed (2018-2021): 97 maç
· Al-Ahli (2021-2022)
· KV Mechelen (2023-2025): 56 maç
Besnik Hasiyê ku xwediyê Lîsansa Pro ya UEFAyê ye, bi pergalên xwe yên lîstikê tê naskirin. Rahênerê bi tecrube herî dawî li Anderlechtê dixebitî û 1ê Sibatê ji wê tîmê veqetiya.
(AY)
*Çavkanî: Rudaw, Ajansa Welat

