Bermahiyên plastîk ên YEyê diherikin Tirkiyeyê: 2025 rekora dîrokî ye
Di 31emîn Konferansa Aliyan a Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de yek ji rojevên sereke yên Tirkiyeyê “nemana bermahîyan” e. Lê Tirkiye hîn jî rawestgeha yekem a hinardeya bermahiyên plastîk a Ewropayê ye.
Greenpeace Tirkiye, beriya foruma ku ji bo bermahî nemîne ku wê dawiya hefteyê bê lidarxistin, bi têbîneyeke agahdarkirinê ya polîtîkayê ya nû, rûyê nexuyayî yê polîtîkaya Nemana Bermahiyan ya Tirkiyeyeyê derxist holê.
Li gorî têbiniya agahdarkirinê ya bi sernavê “Rastiya li Pişt Gotinê: Rûyê Nexuyayî yê Polîtîkaya Nemana Bermahiyan yê Tirkiyeyê”, di sala 2025an de hinardeya bermahiyên plastîk a Yekîtiya Ewropayê (YE) ji sedî 19 zêde bûye û gihîştiye 503 hezar tonî. Bi vî rengî rekorek dîrokî hat şikandin û Tirkiye bi ferqeke mezin bû rawestgeha herî mezin a bermahiyên plastîk.
Bi vê rekorê, mîqdara bermahiyên plastîk a ku ji 27 welatên endamên YEyê tê, ji sala 2004an vir ve 435 qat zêde bûye.
Daxwaz
Greenpeace Tirkiyeyê ji bo ji navbiririna van nakokiyan kampanyaya “Nemana Bermahiyan a Rastî” da destpêkirin û bang li Wezareta Jîngeh, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê, Wezareta Bazirganiyê û heyeta danûstandinê ya COP31ê a Tirkiyeyê kir û ev daxwazên li jêr rêz kirin:
-
Bila hawirdekirina bermahiyên plastîk û tekstîlê bê îstisna bi biryareke mayînde were qedexekirin.
-
Bila veberhênanên nû yên petrokîmyayê demildest bên sekinandin û moratoryûmeke sektorel bê ragihandin.
-
Bila armancên girêder yên ji bo kêmkirina hilberîna plastîkê ya li ser çavkaniyê, di nav plansaziyên neteweyî yên çalakiyên guherîna avhewayê de bên entegre kirin.
-
Di danûstandinên Peymana Plastîk a Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî de; bila helwestek bê girtin ku qedexe û sînorên hişk datîne ser çêkirina plastîkê.
Ji bo xwendina tevahiya raporê bitikînin. (TY/AY)