Baregehên NATOyê yên li Tirkiyeyê
Piştî ku lûtkeya NATOyê îro li Enqereyê dest pê kir, baregehên ku NATO bi fermî li Tirkiyeyê bikar tîne careke din ketin rojevê.
Li gorî nûçeya Rûdawê, baregehên sereke yên NATOyê yên li Tirkiyeyê wekî Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê ya li Edeneyê, Baregeha Radarê ya Kurecîkê ya li Meletiyê, Fermandariya Hêzên Bejayî ya NATOyê (LANDCOM) ya li Îzmîrê û Baregeha Hewayî ya Konyayê derdikevin pêş.
Lê belê li seranserê Tirkiyeyê, gelek baregehên cuda yên leşkerî jî hene ku NATO û DYA wan ji bo armancên lojîstîk, radar, perwerdehî û parastina hewayî bikar tînin.
Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê
Baregeha Hewayî ya Încîrlîkê li Edeneyê ye û ji sala 1955an ve ji aliyê NATOyê ve tê bikaranîn. Ev baregeh bi hevparî ji aliyê Tirkiye û Amerîkayê ve tê bikaranîn.
Nêzîkî 2500 leşkerên NATOyê li wê baregehê ne. Ew ji bo armanca êrişên asmanî û dabînkirina lojîstîka leşkerî tê bikaranîn.
Baregeha Radarê ya Kurecîkê
Baregeha Radarê ya Kurecîkê li Meletiyê ye. NATO ji sala 2012an ve wê baregehê bi kar tîne. Baregeh ji bo şopandina êrişên bi mûşekan û hişyariya pêşwext a li hemberî êrişên bi mûşekan tê bikaranîn.
Nêzîkî 50 leşkerên Amerîkayê li wê baregehê ne.
Fermandariya Hêzên Bejayî ya Îzmîrê
Baregeha sêyem, Fermandariya Hêzên Bejayî yên NATOyê ye û ew li bajarê Îzmîrê ye.
NATO ji sala 2012an ve wê bi kar tîne. Ew navenda Fermandariya Giştî ya Hêzên Bejayî yên NATOyê ye û nêzîkî 1500 leşker û xebatkarên sivîl li baregehê ne.
Baregeha Hewayî ya Konyayê
Ya çarem jî Baregeha Hewayî ya Konyayê ye ku ji destpêka salên notî ve ji aliyê NATOyê ve tê bikaranîn. Ew bi taybetî ji bo piştgiriya operasyonên NATOyê û sîstema hişyariya pêşwext a êrişên asmanî ye.
Bi awayekî berdewam nêzîkî 65 leşkerên NATOyê li wê baregehê hene.
Baregehê Asmanî yê Încîrlîkê
- Edene
- Sala 1955an
- Tirkiye û Amerîka
- 2500 leşker
- Êrişên asmanî û lojîstîka leşkerî
Baregehê Radarê yê Kurecîkê
- Meletî
- Sala 2012an
- Şopandina êrişên bi mûşekan
- Hişyariya pêşwext
- 50 leşkerên Amerîkayê
Fermandariya Hêzên Bejayî yên NATOyê
- Îzmîr
- Sala 2012an
- 1500 leşker û personel
Baregehê Hewayî yê Konyayê
- Konya
- Destpêka salên 1990î
- Piştgiriya operasyonên NATOyê
- Hişyariya pêşwext
- 65 leşker
Baregehên din
Dema behsa baregehên leşkerî yên Amerîka û NATOyê yên li Tirkiyeyê tê kirin tenê Încîrlîk û evên li jor tên bîra mirov.
Lê belê rastiya wê tiştekî din e û li her çar aliyên Tirkiyeyê baregehên Amerîka û NATOyê hene ku pir behsa wan nayê kirin.
Baregeha Încîrlîkê û girîngiya wê
Birêvebirina Baregeha Asmanî ya Încîrlîkê di destê Artêşa Tirkiyeyê de xuya dike lê depoyeke herêmî ya girîng a NATOyê ye.
Ev baregeh 10 kîlometreyan nêzîkî bajarê Edeneyê û 56 kîlometreyan dûrî Deryaya Spî ye. 39emîn Baregeha Sereke ya Jetan a Hêzên Asmanî yên Amerîkayê li wir dimîne.
Baregehên li Îzmîr û Şîleyê
Baregeha Asmanî ya Îzmîrê li Çîgliyê ye ku 17 kîlometreyan dikeve bakurrojavayê Îzmîrê.
Ew baregeh girêdayî Hêzên Asmanî yên Amerîkayê yên li Ewropayê (USAFE) ye.
Li wir 42 balafir û 300 karmend hene û sîstemên mûşekan ên I-HAWK û Roland lê hatine bicihkirin.
Baregeha Îzmîrê baregeha herî kevin a NATOyê ye. 11ê Tebaxa 2014an biryargeha LANDSOUTHEASTê ji Napolî birin Îzmîrê.
1ê Kanûna Paşîn a 2016an jî 16emîn Fîloya Asmanî ya Amerîkayê ji Baregeha Leşkerî ya Ramsteinê ya Almanyayê veguhastin wê derê.
Her wiha baregeha Şîleyê jî navçeyeke li gorî standardên navneteweyî ye ku ji bo avêtina mûşekên Stinger tê bikaranîn.
Navendên li Konya, Balikesîr û Muglayê
3yemîn Fermandariya Sereke ya Jetan a Konyayê jî baregeheke stratejîk e û di dema şerê Îraqê de NATOyê balafirên AWACSê lê bicih kirine.
Li 9emîn Baregeha Sereke ya Jetan a Balikesîrê jî 6 rampeyên mûşekan ên bi navê “Vault” hene.
Baregeha Mugla Aksazê jî wekî baregeheke deryayî tê bikaranîn. Li Ahlatlibela Enqereyê, Merzîfona Amasyayê, Bartin, Çanakkale, Amed, Eskîşehîr, Bornovaya Îzmîrê, Îzmît, Kutahya, Luleburgaz, Sariqişlaya Sêwasê, Skenderûn, Perşembeya Orduyê, Pazara Rîzeyê, Erzirom, Wan û Mêrdînêjî Navendên Tevgera Asmanî yên girêdayî NATOyê (CAOC6) hene.
Baregehên li bajarê Kurdan û herêmên din
Amerîka û NATOyê li gelek parêzgehan baregehên bi erkên cuda ava kirine:
Baregehên Guhdarîkirinê: Enqere, Karamursel, Sînop, Colemêrg, Hatay û Erzirom.
Navendên Guhdarîkirinê: Cevîzlîbaga Enqereyê, Elmadag, Stenbol û Îzmîr.
Baregehên Rahênanê: Torosên di navbera Edene û Hatayê de (ji bo CIA û Gladioyê tên bikaranîn).
Hevkariya Lojîstîk: Balafirgeha Çorluyê ya Tekîrdagê, Balafirgeha Sabîha Gokçenê ya Stenbolê û Silopiya Şirnexê.
Balafirên Heron: Balafirgehên Dîlok û Êlihê wekî baregehên lojîstîk û yên Heronan tên bikaranîn.
Bender: Bendera Taşucuyê ya Mêrsînê (cihê helîkopteran lê heye) û Bendera Skenderûnê.
Baregehên li Bajarên Kurdan: Baregeha Asmanî ya Amedê (leşkerên NATOyê lê ne), Mêrdîn (rêya derbasbûna leşker û cebilxaneyê), Riha (ji bo temamkirina sotemeniyê).
(FY/AY)