Ayşegul Dogan: Divê em têkoşîna hevpar mezintir bikin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan tekildarî qanûna çarçoveyî li navenda giştî ya partiya xwe daxuyanî da.
Metna pêşnûmeya “pêvajoyê” aşkere bû
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku qanûna çarçoveyî destpêkeke girîng e û wiha got:
“Ew qanûn ji bo 86 milyonan pir girîng bû. Ew îmza ji bo pêşeroja me xwedî wate bû. Em jî dibêjin ji bo kesên ji bo jiyaneke hevpar têdikoşin, bi xêr be. Em hemû kesên berdelên mezin danê bi rêzdarî bi bîr tînin. Em dest bi serdemeke dîrokî dikin. Di sedsala 2emîn a komarê de em di pêvajoyeke ku bi hev re avakirinê de ne. Divê em têkoşîna hevpar mezintir bikin. Bi vê qanûnê deriyê aştî û demokrasiyê û avakirinê hat vekirin. Helbet kemasiyên wê hene. Lê ji bo derfetên erênî destpêkek e. Ew qanûn helbet pirsgirêka Kurd çareser nake, ew giredayî têkoşîna me ye, lê deriyekî vedike.”
Ayşegul Dogan destnîşan kir ku divê têkoşîna aştî û demokrasiyê be mezinkirin û wiha pê dê çû:
“Ew qanûn di encama müzakere û hevdîtinên demdirêj de pêkhat. Em hemû kesên piştgiriya vê qanûnê dikin re spas dikin. Ew qanûn ji bo vegera welat jî deriyekî vedike. Cara yekem pirsgirêk bi qanûnan tê destgirtin. Me jî pêşniyar kiribû ku ji bo şopandinê lîjne werin avakirin. Di qanûnê de pêşbîniya lîjneyan jî girîng bû. Avakirina lijneyeke li meclise pir girîng e. Ew berpirsyariya hemû partiyên siyasî ye. Bi dawîbûna serdema çekan, demokratîkbûyinê hewce dike. Derfeta, ji bo mafê zimanê dayike, mafê xwe îfadekirinê zemîneke demokratîk vedike.”
"Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigirê"
“Birêz Ocalan aktorê sereke yê vê pêvajoyê ye. Divê birêz Ocalan karibe di koordînasyonê de cih bigire û şert û mercên wî jî li gor vê bên sererastkirin. ji bo pêşvêçûna pêvajoyê û ji holê rabûna xetereyan ew yek pir girîng e. Divê em hemû şert û mercên aştiyê bi hev re ava bikin. Em qala pêşerojeke hevpar dikin. Divê em vê derfetê baş bikarbînin. Em bi vê cidiyetê nêz dibin û divê hemû kes jî li gor vê cidiyete nêz bibin. Deriyek nû vedibe, divê em bi hev re di vî derî de derbas bibin. Divê em dev jî zimanê dijber û dijmantiyê berdin û zimanekî aştiyanê bi kar bînin. Di serî de desthilat û hemû partî jî zimanekî aştiyanê bi kar bînin.”
Ayşegul Dogan li ser pirsên rojnamegeran jî diyar kir ku nediyar e ku dê endamên rêxistinê bi banga Abdullah Ocalan vegerin a na. Her wiha Ayşegul Dogan li ser pirsa rola Herêma Kurdistanê jî diyar kir ku rola rêveberiya Herêma Kurdistanê heta niha pir girîng bûye û erênî nêz bûye.
Ayşegul Dogan bi lêv kir ku li gor qanûna çarçoveyî, divê girtiyên siyasî ben berdan û got ku jixwe beriya vê qanûnê jî girtiyên siyasî yên derbarê wan de biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa (DMME) hene, bên berdan.
(NÖ/AY)