Aktîvîsta almanî Maier: Ez di dema desteserkirinê de rastî êrişa zayendî hatim
Çalakger Paula Maiera ku di nav şandeke navneteweyî de ji Almanya hatibû Tirkiyeyê diyar kir ku di meha Kanûna Paşîn de, dema ku di bin çavan de bû rastî êrişa zayendî hatiye.
Maierê ji nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Omer İbrahimoglu û Deniz Karabudak re axivî û got, dema ku ew li Stenbolê di hicreya yekkesî de dihat ragirtin, peywirdarekî êrişa zayendî li wê kiriye. Federasyona Rêxistinên Têkoşîna Çînî (FKO) ku navenda wê li Almanyayê ye jî di daxuyaniya xwe ya 12ê Tebaxê de cih da gotinên Maierê.
Ocak ayında Rojava ile dayanışmak için Türkiye'ye gelen Alman aktivist Paula Maier, gözaltında tecavüze uğradığını açıkladı.
— Medine Mamedoğlu (@MamedogluMedine) August 13, 2026
pic.twitter.com/pOD788WbTO
Çi bûbû?
Şanda ji 16 aktivist û rojnamegeran pêk dihat ku Maier jî di nav de bû, di 23ê Kanûna Paşîn a 2026an de hatibû Tirkiyeyê. Armanca şandê ew bû ku bala mirovan bikişîne ser rewşa mirovî ya li Rojava/Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û li herêmê xebatên piştevaniyê bike.
16 aktivistên alman, dema ku ji Amedê diçûn Mêrdînê hatin desteserkirin. Hatibû ragihandin ku di nav komê de kesên bi Partiya Çep (Die Linke) a Almanyayê û rêxistina wê ya ciwanan re têkildar jî hene.
Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) di wê dîrokê de daxuyandibûn ku kom li Mêrdînê ji aliyê Îdareya Koçê ve tê ragirtin û parêzer nikarin bi wan re hevdîtinê bikin.
Wezareta Karên Derve ya Almanyayê jî ragihandibû ku agahiya wan ji nûçeyên desteserkirinê heye û Balyozxaneya Enqereyê û Serkonsolosxaneya Stenbolê hewl didin ku rewşê zelal bikin.
Li gorî nûceya MAyê ya 30yê Kanûna Paşîn, kom pişt re birin Stenbolê û derbarê wan de biryara dersînorkirinê hatibû dayîn.
Endamên şandê piştî ku li Balafirgeha Stenbolê li balafirê siwarkirin, dîsa ji balafirê derxistin û birin qereqola polîsan a li balafirgehê. Di heman nûçeyê de hat ragihandin ku kom pişt re ji bo bajarên cuda yên Almanyayê hat şandin û hinek endaman jî got ku di dema desteserkirinê de li wan dane.
Maier: “Di hicreya yekkesî de ez rastî êrişa zayendî hatim”
Maierê piştî mehan têkildarî mijarê daxuyanî da û got ku di dema karûbarên dersînorkirinê yên li Stenbolê de, ew rastî tundkariya fîzîkî, psîkolojîk û zayendî hatiye.
Maierê diyar kir ku nehatine hiştin ku ew binivin û bêhna xwe bidin û got ku li gel tundkariya fîzîkî û psîkolojîk, ew bi xwe jî rastî êrişa zayendî hatiye hiştin.
Maierê destnîşan kir ku vegotina van tiştên ku jiyaye bi mehan domiyaye; bi taybetî piştî tundiya zayendî bi hestên tirs, şerm û tenêtiyê re rûbirû maye.
Maierê diyar kir ku di biryara min ji bo axaftinê de , bandora şahidiyên jinên din ên li ser tundkariya zayendî û piştevaniya wan heye.
“Divê îdîa bi awayekî serbixwe bên lêkolînkirin”
Li gorî nûceya rojnameya almanî tazê, berdevka siyaseta derve ya Koma Partiya Çep a Meclisa Federal a Almanyayê Cansu Ozdemir jî di derbarê gotinên Maier û endamên din ên şandê de daxuyanî da.
Ozdemirê destnîşan kir ku divê îdîa bi awayekî serbixwe û bi temamî bên lêkolînkirin û ji hikûmeta Almanyayê xwest ku ji bo ronîkirina bûyerê û piştgirîdana mexdûran hewl bide.
(NÖ/AY)