Ahmet Tellî bi çepik, qornefîl û sirûda Enternasyonalê hat oxirkirin
Ji bo helbestvan û nivîskar Ahmet Tellî, li Enqereyê di avahiya Necatîbey a Odeya Endezyarên Avahîsaziyê de merasîmeke bîranînê hat lidarxistin.
Cenazeyê Telliyê ku di 10ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dabû, bi çepik û qornefilan anîn salonê. Ji ber ku beşdarbûn zêde bû, kesên ku nekarîn bikevin hundir, merasîm ji derveyî avahiyê şopandin.
Helbestvan Ahmet Tellî ji meha Nîsanê ve li Nexweşxaneya Bîlkentê ya Enqereyê derman dibû û di 8ê Tîrmehê de hatibû entubekirin û di 10ê Tîrmehê de jî koça dawî kir.
Tevî malbat û xizmên Tellî, wêşenas, hunermend, Berdevka Partiya SOL Îlknur Başer, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları û parlamenterên DEM Partî û CHPê beşdarî merasîmê bûn.
Keça Ahmet Tellî, Eylul Tellî di merasîma bîranînê de axivî û diyar kir ku mîrata bavê wê tenê ji pirtûkên wî pêknehatî ye. Eylul Telliyê destnîşan kir ku bavê wê ji bo malbat û xwendevanên xwe "jiyana bi rûmet, wijdan û hevgirtinê" wekî mîrat hiştiye û anî ziman ku raman û rihê wî yê têkoşînê dê di dil û mêjiyê xwendevanên wî de her bijî.
Sirûda Enternasyonalê hat xwendin
Di merasîmê de Sirûda Enternasyonalê hat xwendin. Endamên Grup Yorumê jî helbesta Ahmet Tellî ya bi navê “Sıyrılıp Gelen” ku ji aliyê komê ve hatibû bestekirin sitrandin.
Hunermend Îlkay Akkaya jî Tellî wekî “mirovê herî comerd, zana û dilpak ê ku li cîhanê nas kiriye” pênase kir û got ku ew ê xatir ji wî nexwaze.
Di axavtinên merasîmê de, bal kişandin ser helbest, cîhana ramanî û nasnameya têkoşer a Tellî û hat destnîşankirin ku berhem û mîrata wî dê di nava nifşan de her zindî bimîne.
Çelenga ku Kılıçdaroğlu şandibû nehat qebûlkirin
Çelenga ku ji aliyê Kemal Kiliçdaroglu ve ji bo merasîma cenazeyê Tellî hatibû şandin, nehat qebûlkirin û hat vegerandin.
Piştî merasîma bîranînê, hat plankirin ku cenazeyê Tellî piştî nimêja esrê li Goristana Karşiyakayê ya Enqereyê wê bê definkirin.
Derbarê Ahmet Tellî de
Mamoste, nivîskar û helbestvan Ahmet Tellî 2ê Kanûna Pêşîna 1946an li navçeya Eskîpazarê ya Çankiriyê ji dayîk bû.
Wî li dibistanên mamosteyan ên Hasanoglan, Qeyserî û Pinarbaşiyê perwerde dît.
Piştî dibistana mamosteyan, wî çar salan mamostetiya dibistana seretayî kir.
Paşê Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê qedand û li Kastamonu, Înebolu, Kirikkale û Lîseya Ataturkê ya Enqereyê mamostetiya zimanê Tirkî û Wêjeyê kir.
Sala 1981ê dema ku li Enstîtuya Perwerdeyê ya Gaziyê mamoste bû, ji aliyê birêvebiriya leşkerî ve hat girtin û di heman salê de hat berdan.
Ji ber nivîseke xwe ya li ser helbestên Cegerxwîn demekê hat cezakirin.
Wî di gelek weşanxaneyan de edîtor û birêvebirî kir û sala 1993yan bi biryara dadgehê vegeriya karê mamostetiyê û paşê malnişîn bû.
Helbesta wî ya yekem sala 1961ê hat weşandin. Sala 1972yan ji ber nivîseke xwe ya li ser romana “Kerkenez” a Cengîz Tuncer, Xelata Rexneyê ya Kovara Varlikê wergirt.
Ahmet Tellî piştî sala 1979an dest bi weşandina pirtûkên xwe kir.
Her wiha wî sala 2011an ji bo pirtûka xwe ya bi navê “Nîda” Xelata Helbestê ya Pirteqala Zêrîn a Deryaya Spî wergirt.
(NÖ/AY)