Ahmet Davutoglu dev ji siyasetê berda
Serokê Giştî yê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu ragihand ku wî dev jî siyasetê berdaye û Partiya Gelecekê jî xebatên xwe yên siyasî bi dawî kiriye.
Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu li ser hesabê xwe yê Xê bi daxuyaniyeke ragihand ku wî dev jî siyasetê berdaye û Partiya Gelecekê jî xebatên xwe bi dawî kiriye.
Ahmet Davutoglu ragihand ku wan bi hevalên xwe yên partiyê re biryar girtine ku ew nabin parçeyekî siyaseta qirêj û li ser wê biryar girtine ku dê xebatên xwe bi dawî bikin.
Davutoglu plan dike ku piştî berdana siyasetê saziyeke ramanê ava bike ku berê qeyûm tayînî Weqfa Zanist û Hunerê (BÎSAV) ya ku wî ava kiribû hatibû kirin.
Tê çaverêkirin ku Davutoglu ji bo avakirina saziyeke nû ya ramanê dest bi xebatan bike.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.