Açık Radyoyê ji bo biryara betalkirina lîsansê ya RTUKê serî li dadgeha destûrî da
Pêvajoya hiqûqî ya ku bi betalkirina lîsansa weşanê ya Açık Radyoyê ji aliyê Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonê (RTUK) ve hatibû destpêkirin, derbasî qonaxeke nû bû.
Piştî ku Şûraya Dewletê biryara betalkirina lîsansê erê kir, Açık Radyoyê bi sedema ku azadiya derbirînê û çapemeniyê û mafê darizandina adil hatine binpêkirin, serî li Dadgeha Destûra Binisgehî (AYM) da.
Piştî pêvajoya hiqûqî ya ku di meha Adarê de ji aliyê tîma radyoyê û parêzerên wan ve bi raya giştî re hatibû parvekirin, di serlêdana ku li ser biryara Şûraya Dewletê hat kirin de hat parastin ku ji aliyê azadiya derbirînê û çapemeniyê, mafê wergirtina nûçeyan, mafê darizandina adil û prensîba pîvandinê ve gelek binpêkirinên destûrî hene.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Açık Radyoyê ve hat kirin de weha hatiye gotin:
“Biryara Şûraya Dewletê ku ji bo qebûlnekirina daxwazên me yek hêcet jî nîşan nedaye, kêfîbûn û bêhiqûqiya di biryara RTUKê de erê kiriye. Ev biryara RTUKê ku bi eşkereyî midaxeleyekî giran e li ser azadiya derbirîn û ramanê, mafê agahdarbûna civakê tune dihesibîne. Ev yek ji bo pêşerojê berî her tiştî ji bo hemû saziyên weşanê û ji bo her kesê ku li welatê me dijî ji aliyê azadiya derbirînê û ewlehiya hiqûqî ve xetereyeke mezin çêdike. Ji ber vê yekê, em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî heta dawiyê bidomînin.”
RTUKê 3ê Tîrmeha 2024an de lîsansa Açık Radyoyê betal kir û di 11ê Tebaxê de biryara betalkirinê ji Açık Radyoyê re hatibû ragihandin. Her weha di 16ê Cotmehê de biryar ket meriyetê û radyo neçar ma ku weşana xwe bide rawestandin.
Li ser vê yekê radyoyê eşkere kir ku di 11ê Mijdara 2024an de bi navê “Apaçık Radyo” ji nû ve dest bi jiyana xwe ya weşanê kir.
(HA/AY)