64emîn danişîna doza ÎBBê: Înan Guney jî di nav de 6 kes serbest bûn
64emîn danîşîna doza Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) li 33emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê pêk hat. Di doz de namzetê Serokkomariyê yê CHPê û Serokê ÎBBê Ekrem Îmamoğlu jî di nav de 59 jê girtî 414 bersûc tên darizandin.
Danişîna ku danê sibê dest pê kir û êvarê bi dawî bû. Dadgehê biryar da ku Şaredarê Beyogluyê Înan Guney jî di nav de 6 kes werin berdan.
Li gorî nûçeya Kayhan Ayhan a ji BirGunê, dadgehkirin saet di 10.45an de dest pê kir. Di beşa yekem a rojê de parêzera Fatih Keleş, Nergiz İnce, parastina xwe ya nîvco mayî domand. Înce di parastina xwe de bal kişand ser nakokiyên di îdianameyê de û diyar kir ku tawanbariyên li ser muwekîlê wê li ser hîmên berbiçav nîn in. Înce destnîşan kir ku hin îdia tenê ji gotinan pêk tên, muwekîlê wê di dîroka sûc de di girtîgehê de bûye û tawanbariyên têkildarî dîmenên kamerayên ewlehiyê jî red kirin.
Li dadgehê alozî derket
Dema parastinê de gava serokê dadgehê daxuyand ku dê saet di 13.00an de mafê gotinê bidin Ekrem Îmamoglu, parêzer Nergiz Înce bertek nîşan da û got ku ji ber vê ew nikare parastina xwe bi dawî bike û mafê parastinê tê astengkirin. Serokê dadgehê jî diyar kir ku îtîraz di zabitnameyê de hatiye qeydkirin û navbera nîvroyê da.
Piştî navbera nîvroyê, saet di 14.25an de Ekrem Îmamoğlu dest bi axavtinê kir. Îmamoglu da zanîn ku ew naxwaze parastinê bike, lê dixwaze daxwaz û îtîrazên xwe yên derbarê pêvajoya darizandinê de bîne ziman. Îmamoglu got ku parastina parêzeran tê sînordarkirin û mafê parastinê tê binpêkirin.
Serokê dadgehê her weha diyar kir ku di bernameya danişînê ya ku berê hatibû diyarkirin de tu guhertin nayên kirin û hişyarî da Îmamoglu: "Hûn ê an parastina xwe bikin, an jî mafê xwe yê bêdengiyê bi kar bînin."
Îmamoglu ji salonê derxistin
Li ser vê yekê Îmamoglu îdia kir ku ev doz, dozeke siyasî ye û got: "Gava hûn li vir biryarekê didin, divê hûn hem li ser xwe hem jî li ser daraza Tirkiyeyê bifikirin." Piştî ku nîqaşa navbera wî û serokê dadgehê mezin bû, Îmamoglu gotina xwe ya "Ez nehatime vir ku îfadeyê bidim" dubare kir. Serokê dadgehê jî bersiv da û got: "Ev der ne meqamekî wisa ye ku tu li vir darizandinê bikî" û li gorî xala peywendîdar a Qanûna Dadrêsiyê ya Cezayê (CMK) biryar da ku Îmamoglu ji salonê were derxistin.
Piştî ku Îmamoglu ji salonê hat derxistin, saetek navber dan danişînê. Piştre dtnişînê dîsa destpêkir û heyeta dadgehê gotina Îmamoglu ya ku diyar kiribû ew parastinê nake, wekî "bikaranîna mafê bêdengiyê" tomar kir. Parêzerên Îmamoglu li dijî vê nirxandinê derketin û diyar kirin ku muwekîlê wan dê parastinê bike, tenê xwestiye îtîrazên xwe yên li ser usûlê bîne ziman.
Di saetên piş de dozger nêrîna xwe ya li ser rewşa girtiyan eşkere kir. Dozger daxwaz kir ku Şaredarê Beyogluyê Înan Guney, xebatkara berê ya Medya AŞ Ceyda Kiryak û Rêvebira Têkiliyên Giştî ya ÎBBê Serap Karay jî di nav de, hin kes werin berdan.
Heyeta dadgehê piştî nirxandinê biryara berdana Şaredarê Beyoğluyê Înan Guney, Ceyda Kıryak, Serap Karay, Mehmet Karataş, Metin Bal û Seyfullah Demirel da.
Piştî danişîna yekem a ku 64 rojan berdevam kir, dadgehê biryar da ku danışana duyem a dozê di 17ê Tebaxê de dest pê bike.
(EMK/AY)