Civîna çapemeniyê ya 45emîn Festîvala Fîlman a Stenbolê ya ku Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) saz dike, duh li The Marmara Taksimê hat lidarxistin.
Festîval dê di navbera 9-19ê Nîsanê de bi sînemahezan re be. Di bernameya festîvalê de 127 fîlmên metrajdirêj û 13 Kurtefîlm hene.
Di civînê de Dîrektorê Festîvalê Kerem Ayan fîlmên ku dê di beşên pêşbaziyê de bi taybetî di Pêşbaziya Lîloza Zêrîn de(Altın Lale Yarışması) cih bigirin, eşkere kirin.
Festîval berhemên berbiçav ên sînemaya cîhanê, fîlmên xelatkirî û karên nû yên derhênerên ciwan tîne cem hev û dê 11 rojan bi gotûbêj, nîşandanên taybet û çalakiyên curbecur bernameyeke dewlemend pêşkêş bike.
Di çarçoveya festîvalê de Xelata Rûmetê ya Sînemayê îsal dê pêşkêşî lîstikvan Nilufer Aydan û derhêner Gianfranco Rosi bê kirin. Destpêka festîvalê jî dê bi fîlma Isabel Coixet a bi navê "Üç Veda" (Sê Xatirxwestin) bê kirin.
Pêşbazî û bername
Di festîvalê de tevî her sê beşên pêşbaziyê yên Pêşbaziya Lîloza Zêrîn, Nêrînên Nû û Pêşbaziya Kurtefîlman, şeş beşên din ên ku ji bijarteyên tematîk pêk tên jî dê li pêşberî temaşevanan bin.
Serokatiya juriya Lîloza Zêrînê/Altın Lale dê David Mackenzie bike. Di juriyê de her wiha Tanja Meissner, Ekin Koç, Prof. Dr. Aslı Tunç û Rodrigo Areias cih digirin.
Fîlmên festîvalê dê li her du aliyên Stenbolê bi giştî di heft salonan de bên nîşandan. Li Beyogluyê Atlas 1948 û Sînemaya Beyogluyê; li Şîşliyê CineWAM Premium+ City’s Nişantaşı; li Kadıkoyê jî Sînemaya Kadıkoyê, Sinematek/Sînema Evi û Paribu Cineverse Nautilus di nav mekanên festîvalê de cih digirin.
Biletên festîvalê dê ji 27ê Adarê ve bên firotin. Ji bo xwendekaran bi sepana ‘Bileta Ciwan’ (Genç Bilet) derfeta biletên erzankirî tê pêşkêşkirin; bihayên biletan ji bo seansên cuda di navbera 250-350 TLyî de diguherin.
Ji bo bernameya festîvalê û agahiyên berfireh bitikîne.
(TY/AY)
