12emîn Meşa Rûmetê ya Transan: Piştî Taksimê li Kadıkoyê jî qedexe hat ragihandin
Piştî Qaymeqamtiya Taksimê, Qaymeqamtiya Kadıkoyê jî 12emîn Meşa Rûmetê ya Transan ku dihat payîn îro (21ê Hezîranê) birêve biçe, qedexe kir.
Qaymeqamtiyê biryara qedexeyê saet di 13.45an de bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand.
Ev biryar piştî parvekirinên li ser medyaya civakî hat ku dihat ragihandin di çarçoveya “Bernameya Pride” de dê îro li Kadıkoyê çalakî werin lidarxistin.
Qaymeqamtiya Kadıkoyê di daxuyaniya xwe de îdîa kir ku ev çalakî “li dijî exlaqê giştî ne”. Her wiha destnîşan kir ku çalakiyên Prideê dikarin “di nav civakê de tevlîheviyê çêkin”, “gefê li aramiya navxweyî ya civakê bixwin” û bibin sedema “bûyerên provokatîf”.
Ji ber van hincetan, qaymeqamtiyê li hemû qadên vekirî yên di sînorên Kadıkoyê de; civîn, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, çalakiyên rûniştinê, vekirina standan, vegirtina çadiran, belavkirina belavokan û her cûre çalakiyên protestoyî qedexe kirin.
Saziyê ev qedexe sipart xala 17emîn a Qanûna Civîn û Meşên Çepemeniyê ya Hejmar 2911an û xala 32/ç ya Qanûna Îdareya Bajarî ya Hejmar 5442an. Qedexe dê roja Yekşemê 21ê Hezîranê, ji saet 00.01ê heta 23.59an derbasbar be.
Dora Taksimê jî hat girtin
Duh jî Qaymeqamtiya Beyohluyê, di çarçoveya 12emîn Hefteya Rûmetê ya Transan a Stenbolê de civîn û meşên ku li Taksim û derdora wê bihatina kirin qedexe kiribûn. Bi biryara Walîtiya Stenbolê, îro ji saet 10.00an û vir ve rawestgeha Taksimê ya Hêla Metroyê ya M2 Yenikapı-Hacıosmanê û Hêla Funîkuler a F1 Taksim-Kabataşê ji bo gihîştinê hatin girtin.
Bernameya 12emîn Hefteya Rûmetê ya Transan a Stenbolê di 10ê Hezîranê de hatibû eşkere kirin û hatibû ragihandin ku dê di nava hefteyê de atelye, forum, gotûbêj û hevdîtinên civakî werin organîzekirin.
(HA/AY)