Dema ku ez diçûm dibistana seretayî, ez rastî pirsgirêka ziman hatim. Me di mal û jiyana gund de wek malbat, em bi kurdî diaxivîn. Zarok û mezinên gund jî tev kurdî diaxifîn. Piştî ku em çûn dibistanê, me zimanekî nû nas kir, zimanê tirkî. Li dibistanê axaftina bi kurdî qedexe bû. Di jiyana xwe ya dibistanê de her dem ev pirsgirêk bi min re rû bi rû maye. Me pêvajoya dibistanê bi du zimanan qedand. Zimanê malê kurdî, zimanê dibistanê jî tirkî bû. Birînên ku wê di min de afirand, di jîyana min de qet derman nebûn.
Paşê, dema du salan min wekiltîya mamostetîyê dikir, dîsa ev pirsgirêk derket pêşîya min. Vê carê ez di wê rewşê de bûm ku ez ji zarokan bixwazim ku bi kurdî neaxivin. Ev yek ji bo min bû sedema êşeke mezin. Di encamê dawiya du salan de ez hatim wê astê ku êdî di tu saziyên dewletê de nexebitim. Ji ber ku min her roj, êşekê mezin dikişand. Dema min ev bîryar girt, heta roja îroyîn jî min ti car peywirek wisa negirt, nebû nesîbê min. Ez nizanim kê wek min ew bîryar girt? Lê mînakek hevalekê min î hêja heye, wek min e. Ez li her derê wê mînaqê tînim ziman û diaxifim. Ez jî ji ber îstifaya hevalê xwe yê mamoste ku ez pir qîmetê didim wî gelek êşiya bûm. Dema wê îstifa bikira, min ji wî hevalê xwe re pirs kir: "Tu çima îstifa dikî?"
"Ez di nava êşeke mezin de me"
Dema min wiha got, bersiva wî ev bû: “Ez di nava êşeke mezin de me”. Dema behsa zimanê me dibe, ez bi wan tiştan re carek din rû bi rû dimînim. Hîn kesan zimane me wek zimanê dil pênase kirîbûn, ez jî wek wan difikirim.
Wek tê zanînê, zimanê me di dirêjahiya dîrokê de her û her rastî polîtîkayên qedexekirinê û zextan hatiye. Lê zimanê me her tim hatiye parastin. Gelek rewşenbîr û nivîskaran bi berhemên xwe yên asta bilind ew ziman heta roja îroyîn wek nivîskî anîne. Mirov dikare wek nîşane, behsa Ehmedê Xanî bike. Ji alîyê gelek kesan ve hatîyê destnişan ku Ehmedê Xanî di geşedan û pêşveçûna zimanê kurdî de roleke tarîxî lîstiye. Tê zanînê Ehmedê Xanî ku di dîroka edebiyata kurdî de cihê xwe yê bê nîqaş heye, 300 sal berê berhemên xwe bi kurdî nivîsandîye. Di dema Ehmedê Xanî de tevî zextên desthilatdaran ên li ser zimanê kurdî, wî dîsa jî bi zimanê kurdî berhemên xwe çap kirîye. Xanî di du berhemên xwe de sedema nivîsandina bi kurdî eşkere kiriye.
"Vek exislin Ehmedê Xanî
Navê “Nûbahara Biçûkan” danî
Ne ji bo sahibrewacan
Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan
Wekî ji Quranê xelas bin
Lazim e li sewadê çavnas bin."
Ehmedê Xanî, di Mem û Zîna xwe de balê dikişîne ser wê yekê ku dev ji zimanê erebî, farisî û tirkî berdaye, kurdî tercîh kiriye;
"Safî şemirand vexwarî durdî
Manendê durrê lîsanê Kurdî
Înaye nîzam û intîzamê
Kêşaye cefa ji bo yê amê."
Mirov dema Xanî dixwîne, di berhemên xwe de tekez dike ku sê sedemên girîng hene ku wî bi kurdî nivîsandiye.
Yek ji wan ew e ku bila ti kes nebêje kurd nezan û bê esl û bê merifet in.
Ya duyem jî ew e ku her çiqas pirtûkên hemû miletan bi zimanê dayikê hebin jî tenê kurdan pirtûkên bi zimanê xwe nînin.
Û ya sêyemîn jî ew e ku kurd ji evînê bêpar nînin.
Ehmedê Xanî û zimanê kurdî
Helbestvanê me van sedeman di çend dubendiyên xwe yên ku li pey hev behsa wan dike wiha tîne ziman.
"Da xelq-î nebêjitin ku Ekrad
Bêmerifet in, bêesl û binyad
Enwayi millet xwedan kitêb in
Kurmanc-i tene di bêhesêb in
Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc
İşqê nekirin ji bo xwe armanc
Têkda ne di talib in ne metlûb
Vekra ne muhibb in ew ne mehbûb
Bê behre ne ew ji işiqbazi
Farix li heqîqî nû mecazî
Kurmanc ne pir di bêkemal in
Emma di yetîm û bêmecal in
Fîlcumle ne cahil û nezan in
Belki de sefil û bêxwedan in."
Xebatên li ser zimanê kurdî
Di wan 20-30 salên dawî de wek gelek romannûs, şair û lêkolerên zimanê kurdî gelek berhemên curbecur afirandin. Dema ez li Bazidê dimam, me li Komaleya Ehmedê Xanî de kar dikir, ew çax em hemû zêdetir li ser zimanê kurdî sekinîbûn. Ji wan salan şûndatir me nivîsên xwe bi kurdî nivîsî, kitêbên xwe bi kurdî çap kirin. Dema ez binecîh hatim li Stenbolê, li vir jî mesela ziman her dem derdiket pêşîya min. Ji bo min tiştê herî qîmet ew bû ku wê bajarê çand û dîrokî de kurdan her tim bo ziman xebat dimeşand in. Li Stenbolê, ez bi kêfxweşî beşdarî xebatên zimanê kurdî dibûm û min dişopand. Min bi berdewamî xebatên li Cejna Zimanê Kurdî ku her sal tê pîrozkirin temaşe dikir.
Paşê ez wek beşdarvan beşdarî vê xebatên cejna ziman bûm. Ji bo girêdana min a bi zimanê min re xaleke girîng bû ew pêvajo. Di van xebatan de ez her tim kêfxweş dibûm. Ji bo vê jî ez ê her tim hewl bidim ku zimanê xwe bigihînim asteke bilind. Di vê pêvajoyê de ez fêrî berhemên bi dehan rewşenbîr û nivîskarên ku bi giştî li ser zimanê kurdî dixebitin jî bûm. Yek ji van kesan jî Celadet Alî Bedirxan e, heyecaneke mezin dide min. Mîna heyecana rewşenbîrên wek Ehmedê Xanî û yên mayîn dida min. Celadet Alî Bedirxan di Hawarê de wiha nivîsîbû:
"Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide nas kirin. Hawara me beri her tiştî heyîna zimanê me dê bide nas kirin. Lewma ziman şerta heyinê ya pêşîn e. Hawar zarokekî nûza ye. Zaroka me ye, zaroka kurdan e.”
Wek tê zanînê, di 15ê Gulana 1932an de li bajarê Şame kovara Hawarê dest bi weşana xwe kiribû. Bi pêşengtîya Celadet Bedirxan li ser zimanê Kurdî gelek xebat hatibûn meşandinê. Kovara Hawarê ji sala 1932an heta 1943an 57 hejmar çap dibe. Jê 23 hejmarên pêşîn bi alfabeya latînî û erebî, hejmarên din jî bi alfabeya latînî derçûbû. Wek tê zanînê milletê Kurd ew çend sal in roja destpêka weşana Kovara Hawarê wek Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike. Hema hema hemû bajar, navçên welat û kurdên li dîasporayê dijîn wek bajarên tirkan û yên Ewropayê gelek xebat pêş dixin. Di çend rojan de xebat û çalakîyên cur bi cur tên lidarxistin. Kurdan îsal jî cihê cûda da di roja Cejna Zimanê Kurdî careke din daxwaza perwerdeya zimanê dayikê pîroz kirin.
Panela li ser zimanê kurdî
Îsal bo wan xebatana ez jî teklîfkirina Komelaya Gundê Haci Ali bi kekê hêja Azad Sağnıç û bi moderatîya kekê Latif Yilmaz ve, beşdarî panela Zimanê Kurdî bûm. Xebatên wiha ez her dem xwe re wek şansekê dibinim. Daxwaz û hêvîya min ev e ku zimanê me d iher alî de, xwendin, nivîsandin, fikirandin, her biçe zêdetir di nav cimeeta me de belav bibe, xwedîlêderketin zêdetir bibe. Ez baş dizanim parastin û pêşvebirina ziman, edebiyat û çanda kurdî, ji bo millet û civaka me dengê hebûna me ye. Divê em ji bîr ku ew, rengînî û dewlemendîya milletê me ye. Ji bo min ya girîng ew e ku di hin xebatan de ji gelê me re heyecana xwe vedibêjim. Ez vê heyecana xwe bi wan re parve dikim. Ev yek min pir kêfxweş dike û rûmeteke ku nayê vegotin dide min.
*Nîhat Gultekin - Latîf Yilmaz - Azad Sagnic
Lêgerîna mirov a li ser zimanê xwe bi meraqeke wiha hestê dide min ku ez li ser rêya rast im. Xewna min a herî mezin ev bû ku ez li ber wan bi kurdî biaxivim û wateya zimanê xwe vebêjim. Ev min pir û pir bextewar dike. Ji ber ku derfeta me heye ku em bi rêya medyaya civakî dîsa bi dehan kesan li ser van lêkolînan biaxivin. Divê ez rastîyek dinê jî bînim ziman, ew jî di vê pêvajoyê de gelek kes ji ber sedemên cuda ji zimane me dûr ketibûn, ez jî vê rastîyê pir diêşîyam. Gelek kesan bernama me da jî anî ziman, lê ez hêvî me her kurdek mala xwe wek dibistana ziman bikar bîne, ev êşa me ye sivik bibe. Êşa me bi xebatên Cejna Zimanê Kurdî hinek sar bibe jî divê em ser wê mesele bisekinin.
Birîna min a 45 salî
Sedema ku ez vê nivîsê dinivîsim ew e ku ji birîneke 45 salî bîr bînim. Axaftina ku min bi hevalekî xwe re kir piştî hevpeyivînê, bû sedem ku ez gotarek weha binivîsim. Li gundê Girberan girêdayî navça Bazîdê dest pê dike û li Stenbolê berdewam dike rêwîtîya zimane min. Ez wisa difikirim ku mirov carna li ser xwe hin tiştan binivîsê baştir e. Carnan hin kes, carnan hin bûyer, carnan jî hin fikir dibe sedem ku mirov dinivîse. Îro jî sedem zimanê dilê min bû. Di encamê de divê mirov zêdetir ji zimanê dilê xwe hez bike û ji bo pêşketina ziman jî xwe biêşîne. Dawî serkeftin dibe.
Di heyameke wiha de, xwedîderketina Cejna Zimanê Kurdî, berpirsyariya wê gelek girîng e. Windabûna milletekî bi windabûna zimanê wî milletî pêk tê. Millete me heta roja îroyîn bi zimanê xwe li ser pîya sekinîye. Hin millet zimanê xwe windakirin û tunebûne. Ji ber wê sedemê divê ev xebat û xwedîderketina ziman tenê rojek na, demek dirêj rojevê de zindî bimîne. Panelê de em zêdetir ser kîjan mijaran sekinin û me nîqaş kir ev jî mijara nivîsekê dine ye. Ez nivîsa xwe bi gotin û şîreta Celadet Alî Bedirxan diqedînin; " Kurdino şerm e, yan zimanê xwe fêr bibin an jî nebêjin em Kurd in. Bê ziman Kurdîtî ji me re ne ti rûmet e. Ji me re rûreşiyeke giran e." (NG/FD)