Ez di jiyana xwe de cara pêşîn derbasî Yêrêvanê bûm û li gor plansazîya çend rojan şaîr û nivîskarên me yê Ermenîstanê dixwazim bibînim. Mamoste Almast Hsoyan di dibistana Fêrîkê Ûsiv de, bi salan e dersdariyê dike. Bi xwe helbestvan e, ji şair û nivîskarên kurdên Kafkasyayê hemûyan agahdar e. Di gundê Pampa Kurdan (Sîpan) de bi cîh û war e. Li gor gotina wî, “di Gundên Kurdan de dibistan bi zimanê ermenî zarokên kurdan hînî xwendinê dikin. Heftiyê du saetan dersên ziman û wêjeya kurdî bi tîpên kurdiya latînî didin. Bi alîkariya dewletê, hetanî pola 12a pirtûkên dersan amede kirine. Amedekarê pirtûkan Elîxanê Memê ye, rêdaktorî, li ser kompûtorê rêzkirin, serrastkirina pirtûkan jî Mirazê Cemal û çend kesên din kirîne.” Wek te zanînê ev gund, bi xwezaya xwe bûye mijara bi dehan helbest, çîrok û romanan.
Di nav me kurda de tiştekî yekem e ku xwedîtiyê li Mal-Mûzeya Fêrikê Ûsiv dike. Fêrikê Ûsiv bi destê xwe çêkiriye. Nivîskarê eyan di navbera salên 1979-1997an de lê jiyaye. A niha jî pirtûk û fotografên wî li benda mêvanên e. Mamoste Almast Hsoyan bi xwe şaqirtê Fêrîkê Ûsivî e. Bi hewaskarî ji bo pirs û axaftina derbarê Ferîkê Ûsivî, di dema wî, xebatên wî û mamostetiya wî de weke çavkaniyên zindî li pirsen me bersivand.
Nivîskar û helbestvan kêm bûne
Em bi kekê Ezîzî re ji gundê Pampa Kurdan bi rê dikevin, em diçin Yêrêvanê. Di nav gundên kurdan, li deşta Elegezê re derbas dibin, xwezaya wan deran wek cinnetê ye. Kekê Ezîz, biraziyê helbestvanê kurd ê navdar Ferîkê Ûsivî ye. Ezîz, helbestvanê kurd ê din yê navdar Mirazê Cemal nas nake. Ji min re hinekî xerîb xûya dike, ez hin pirsan jê dikim. Di van salên dawî de edebiyat di nav kurdên Ermenîstanê de her tim bi paşve diçe. Şert û mercên berê gelek hatine guhartinê. Di be ku sedem ew be şaîrên xwe nas nakin. Ezîz, bi telefonê bi Mirazê Cemalî re diaxife. Em diçin cihê ku Mirazê Cemal diyar kiriye. Ez gelek kêfxweş im ku, li Yêrêvanê em diçin serdana rewşenbîr û helbestvanekî roj bi roj hejmara wan kêm dibe.
*Nihat Gultekin û Mirazê Cemal
Êdî em wek berê nikarin li vir behsa nivîskar, helbestvan û rewşenbîran bikin. Ji ber ku piraniya wan koçî Ewropayê, Rûsyayê kirine. Yek ji kesên ku bi israr li vir dimîne Cemîla Celîl, yek jî Mirazê Cemal e. Ez ê sê rojan li cem helbestvanê kurdê êzîdî Mirazê Cemal, wek mêvan bimînim. Endamê PENa Kurd, endamê Yekîtiya Nivîskarên Ermenistanê, cabdarê rojnama Rêya Teze Mirazê Cemal yê min li der dora Yêrêvanê bigerîne. Ew ê min bibe rojnama Rêya Teze, radyoyê Yêrêvanê. Em ê bi çend rewşenbîr û nivîskaran re rûnin, sohbet bikin.
Em êdî digihîjin nêzîkî mala helbestvanê navdar ku helbestên wî ji ermenî û rûsî hatine wergerandin. Ezîz dema min dihêle cem Mirazê Cemalî, vedigere li gundê Pampa Kurda. Helbestvan Mirazê Cemal bi hemû dilovaniya xwe silavan li min dike. Bi helwesta xwe ya germ û qelender diyar dike ku bi hatina min ew pir kêfxweş e piştî em hevdû hembêz dikin. Piçek tevlihev, bi ken min teklîfî hundir dike. Ez bi wî re dilxwaşî diçim derê mala wî. Li Yêrêvanê li yek ji avahiyên kevnar dimîne. Ev cara yekem e ku ev blokên bi heman rengî dibînim. Dema ku em nêzî blokan dibin, hewayek îhmal û xizaniyê heye. Ew ji me re dibêje em ê panzdeh caran bilind bibin. Asansor jî pir kevn e, carinan naxebite. Gava ez siwar dibim, ku diyar e ji her alî ve pir kevn e, em têne ber daîreya wî. Mala helbestvan bi rastî jî li vir, wek hêlîna teyran e. Em dikevin hundir, ji pencereye odaya xwe, Çiyayê Araratê nîşanî min dide. Ez jê re dibêjim mamoste ez sê caran derketime li ser çîyayê Agirî. Min pîroz dike. Min çiyayê Araratê yê pîroz ji aliyê Ermenistanê jî dît. Ez gelek şa dibim. Bi gotina kurdên Serhedê, Gilîdax ne dûr e. Em li alîyê erêze dinê silavekê li wê dikin.
Li gor axaftina Mirazê Cemalî; “Di wêje, sînema û her cure hunerên Ermenistanê de her û her Ararat hebûye. Bi dehan kafê, otel û restoranên bi navê Araratê, bi dehan cureyên xwarinên li marketan û vexwarinên weke av, şerav her bi vî navî derdikevine bazarê”. Mirazê Cemal her sibeh gava şiyar dibe li Gilîdaxê dinêre. Min çendîn diyarî jê re anîne. Ew herî zêde bi Kovara Nûbiharê kêfxweş e. Min mijara hevpeyvîna xwe ya bi wî re kirîbû anî, da wî. Ew amadekarîya çend tiştan dike û em dest bi sohbetê dikin. Em dikevin cîhana Edebiyata Kurdî ya Sovyetê. Ez dipirsim, ew bersiva min dide. Ew di tevahiya şevê de behsa helbestên xwe dike. Ez dixwazim pirtûka wî ya “Keskesora Çîya” ya ku li Ermenîstanê hatiye çapkirin, li Tirkiyê bidim çapkirinê. Bi piranî dixwaze ku ez pirtûka Ahmedê Gogê çap bikim.
Berhemên wî wê bên çapkirin
*Mirazê Cemal û Emerîkê Serdar
Sê berhemên ku amade kirine dide min, min jî soz da wî em ê ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bidin çapkirin. Yek pirtûka nivîskarê kurd, serokê radyoya Yêrêvanê ya beşa kurdî, rehmetîyê Ahmedê Gogê ya bi navê “Dengê Kal û Bavê me” çap bû. Yek kitêba wî “Keskesora Çîya” bû, divê wan rojan êdî çap bibe. Yek jî bi sernavê “Werger” bû. Weşandina wî hê zelal nîne. Ew pirtûk jî ya helbest û nivîsên ku ji zimanê ermenî wergerandîye kurdî ye. Armanca wergerandina vê berhemê jî wiha şîrove dike: “Armanca min ev bû ku xwendevanên kurd nasiya xwe bidin berhemên wêjeya Ermenîya yên îroyîn. Gerekê bê gotinê, salên sovêtiyê de bi destê wergêrên kurd bi dehan berhemên helbestvan û nivîskarên ermenî hatine wergerandin û xwendevanên kurd vê yekê baş zanin. Pirtûka “Werger” de cîh girtine efrandinên nivîskar û helbestvanên Ermenîyayî rojên me ye îroyîne navdar, kîjanê ji bo xwendevanên kurd vê gelek hewaskar be.” Dema ku em li ser van mijaran dipeyivin, ew helbesteke xwe ya ku berê amade kiriye, hêdî hêdî dixwîne û behsa welat û xwezaya dike. Di vê navberê de Xalo Seîd telefon dike, bi vîdeo dikeve di nav sohbeta me. Mirazê Cemal, ji Xalo Seîdî re helbestekê dixwîne, ez ji axaftina wan bi kamareyê qeyd dikim.
Jiyana Mirazê Cemalî
Mirazê Cemal sala 1945ê, li gundê Qundexsazê (niha Rîya Teze) li mentîqa Elegezêya berê hatîye dinyayê. Ew di malekî kurdî de mezin dibe, malbata wan malbateke welatparêz, ew di ola xwe de êzîdî ne. Di malbata wan da alîyê kurdbûnê dîya wî rolekê mezin dilîze. Bi saya wan tiştan, çanda xwe a kurdî li mala xwe zindî dikin. Dê û bavê wî her sibe ji rojê re dua dikin: "Xwedê roja me kêm neke, berê xwe bide 72 miletan, paşê jî bide me". Piştî temamkirina dibistana gundê xwe ye heşt salî ya ku bi navê Emînê Evdal tê navkirin, ew xwendina xwe çend sala dibistana gundê Elegezê navîn berdevam dike. Lê sala dawîyê bi xwendina xwe ya navînê 11 salan di bajarê Gumrîyê de dest tîne. Ji ber zehmetiyên aborî derfeta xwendinê namîne. Dê û bavê wî jî zû xatir ji dinya ronik dixwazin. Dema kesek tune ku li xwûşk û birayên wî binere, wan biparêze, mecbûrî ew bi xwe vî karî dike. Jiyana wî ya zanîngehê ji ber wan sedeman çênabe.
Naçe zanîngehê, derfetên jiyanê wî asteng dike. Lê rêyek nû jê re vedike. Ev odeyên kurdan in. Em dikarin odeyên kurdan ji bo wan weke zanîngehên serdemê bihesibînin. Zankoya wî êdî odeyên kurmancî dibe. Ew her gav di rojên dirêj ên zivistanê de dema ku rûspîyên zane yên çîrokbêj, oldarên kurdên êzidîye qewl û beytbêj berev dibûn hetanî berbangê zargotina kurdî digotin, ew çax bi heweskarî cîh digire, guhdariya wan dike. Bi gotina wî, “ti zankoyeke dewletê derbarê dîrok û çanda kurdî de ewqas zanebûn nedana wî û hevalên wî yên şaîr, nivîskar. Em çiqas nivîskar- şaîr ji wan odên kurmancîyê fêr bûn, bêhesabe.” Bi demê re ew li ser folklora kurdî xwedî agahiyên pir girîng dibe. Di wê demê gundê wî de hebûn zargotinebêjên mînanî Elîyê Fetî, Şêx Hemzê, Şêx Kamil. Di van hevdîtinan de guhdarîya kesên weke mezinên Êzidî Şêx Kamil, şopeke pir bi qîmet li wî dihêle. Niha di nav kurdên Ermenîstanê tiştên wisa nemaye mixabin. Ev di damezrandina kesayeta wî de faktoreke mezin e. Di nav me kurdan de civînên dengbêj û çîrokbêjan di vê yekê de pir girîng bûn. Bi guhdarkirina li wan Mirazê Cemal gelek tişt fêr dibe û jîyana xwe li ser wê ferbûnê ava dike.
Nivîskariya wî
*Mirazê Cemal û Keremê Seyad
Bi salan pirtûkên helbestvan û nivîskarên cîhanê dixwîne. Ew zû bi cîhana edebiyatê nas dibe. Bi her avayî wî nasiya xwe daye dîrok, çand û wêjeya kurdî ji ya kevnar bigire hetanî rojên meyê îroyîn. Bi demê re dibe nivîskarekî bi nav û deng. Êdî dinivîse. Helbestan dinivîse, gotaran dinivîse û miqalên wî di rojnameyan de derdikevin. Mirazê Cemalî di zarokiya xwe de efirandiye. Dema ku bi rêkûpêk dest bi nivîsandinê dike, di bin bandora kîjan nivîskaran de maye, dest bi jimartina wan dike. Nizamî, Hafiz, Mayakovski, Shakespeare, Cegerxwîn. Helbet nivîskarên rûsan yên weke Puşkîn, Tolstoy, Sholokhov, Gorkî. Helbestvanên klasîk ên kurdî, weke Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyran, Melayê Cizîrî û Melayê Bateyî. Hemûyan rêz dike. Di mala wî de pirtûkxaneya wî heye. Gelek pirtûk hene. Bi zimanên kurdi, ermenî, rûsî gelek pirtûk hene. Ez jê re dibêjim mala te ji hemû malan cûdatir e, ji ber ku pirtûkxaneya te heye. Bi ser gotina min re, ji min re dibêje ku di malan de pirtûkhane hebûn, li vir çandeke kevn e. Ez pirtûka xwe jî wek dîyarî datînim pirtûkxaneya wî. Pirtûka min, hem di dilê wî de hem jî di pirtûkxaneya wî de digire.
Berî weşandinên helbestên wî di rojneme û kovaran de , ew di nava gel de belav dibin. Bi sedan helbestên wî pirtûkên almanaxa ''Bahara Teze” û almanaxên netewên biyanî da ronahî dîbîne. Helbestên wî wisa jî di pirtûkên dibistana yên dersan, di kovara “Dostanî”, rojnemên ''Rya Teze” ''Mêzopotamiya”, ''Zagros” de derdikevin. Yek jî kovar û rojnameyên li Ermenîstanê derdikevin, li Moskvayê û cîhên mayîn ronayî dîbîne. Helbestên wî gelek caran di radyoya Yêrêvanêye beşa kurdî de jî hatine dayîn. Li ser têkstên helbestên wî hine hozanên kurdar kilam sêvirandine û di cejnan de an jî di têlêvîzîyonan de stirane. Wî rêdaktorî, karêktorî û wergera gelek gotar û pirtûkan jî kirîye.
Pirtûka wî: Keskesora Çîya
Ji bo nivisandina helbestan, dibêje ku;”Ez ji Eskerê Boyik bandor bûm”. Ez dixwazim fêr bibim ka ew çawa yekem car bi helbestê re eleqedar bûye. Dibêje: “Dema ez zarok bûm, min tiştên acizkirî dinîvîsand. Kesên ku min bi helbestên xwe tinazên xwe pê kirin, pir hêrs bûn. Dîsa jî, ez ê jê kêfxweş bibim. Belkî jî min cara ewil di 6-7 saliya xwe de helbest gotiye. Dema ez piçûk bûm, min qet nedifikirî ku ez bibim helbestvan. Ez di bin bandora Eskerê Boyik de mam. Min helbestên xwe her tim bi kurdî nivîsandin”.
Bi navê “Keskesora Çîya” helbestên wî wek pirtûk ronahî dîtîye. Mirov bi dilrihetî dikare bibêje ku koka helbestên Mirazê Cemalî ji kuraya zargotinê tên. Giranîya helbestên wî bi derd û kulên gele kurd ve girêdayînê. Helbestên xwe di kuraya dilê xwe da dirêje ser kaxezê. Ji bo helbestên xwe wiha dibêje; “Helbestên min li ser kurdan û dîroka wan radiweste. Ez êşa me, zilma ku bi sedan sal in li ser me tê meşandin vedibêjim. Ev ne tenê pirsgirêka kurd e, pirsgirêka her kesî ye, gerdûnî ye”.
Ferqa berê û a niha
Hilweşîna Sovyetê xebatên çandî yên li ser kurdan gelekî qels kirîye. Niha hejmara kesên ku bi kurdî dinivîsin û xêz dikin kêm bûye. Kesên a niha li vir dinivîsîn di nifşê nû de hema hema bêjî qet tunene. Berê tenê di qada şanoyê de bi sedan hunermendên kurd hebûn, niha di tenê şanoyê de na, hema hema hemû beşa de tune ne. Ew rewş mirov pir xemgîn dike. Mirazê Cemal hê dinivîse, li vir wek helbestvan nivîsên xwe bi kurdî dinivîse. Dema em behsa salên berê dikin bi heyecan, çavên wî ronahi didin der. Di dema Sovyetê de bi rastî jî ji bo miletên kêm jimar azadî hebû, nivîskar û helbestvan bi qîmet bûn. Cudakariya neteweyî tune bû, di nav biratî û xwişkîtî û wekheviyê de dijîyabûn. Miletê kêmjimar jî mafê xwe standibûn. Di dema Sovyetê de dewletê qet netewa ti kesî nedinihêrî, teşwîqê xwendin û nivîsandinê dikir. Kurd xwedî rojname, radyo bûn û di dibistanan de perwerda kurdî hebû. Mirazê Cemal mînak dide; ”Ez ji bîr nakim, wezîrê perwerdeyê hat dibistana ku me bi kurdî tê de perwerde dîtî û şîret li me kir ku em çanda xwe nas bikin.” Gelek helbestvan û nivîskaran gelek berhem afirandin. Hema hema di her malê de nefera xwendina bilind qedandibû. Lê dema em dibêjin a niha, birastî jî em tev hemû xemgîn dibin. Ji ber ku tiştek nemaye. Bîranînên min û Mirazê Cemalî li ser rojnama Rêya Teze, Radyoya Rewanê, hatîna wî li Stenbolê, tevayî çûyina me yî Amedê jî êdî mijarên nivîsên dinê ye.
(NG/FD)
*Fotograf: Arşîva Nihat Gultekin