*Şivan Perwer, Bariyê Nadir Nadirov, Salih Kevirbirî (Fotograf: Salih Kevirbirî)
Gava min li Batmanê û Edeneyê lîse dixwend, min navê Nadir Nadirov bihîst. Ew ji bo min leheng û mêrxasekî li pişt Çiyayê Qafê bû. Wan salan min ji xwe dipirsî û digot: “Gelo heye ku rojekê ez ê vî leheng û qehremanê welatê xwe bi çavên seriyan bibînim?” Kovar û rojname pir kêm bûn, ji tiliyên destan jî kêmtir bûn. Kesek li derdora me tunebû ku dîtibe û behsa wî ji me re bike. Qefqasya û Yêrevan li ku, Asyaya Navîn û Alma Ata li ku û Batman, Edene û Stenbol li ku? Carcaran di van kovar û rojnameyan de rastî fotoyên wî yên bedew û lihevhatî dihatim. Her ku min li ser wî dixwend, di 20 salên dawî de her ku hinek kesan behsa wî dikir, ew di dil û mejî û çavên min de mezin dibû.
Sal dan pey salê, Sovyet hilweşiya, çûn û hatin zêde bû. Me zêdetir ew nas kir. Bi serbilindî me behsa kurdekî xwe dikir ku li seranserê bibû “Rûmeta Akademiyê”, bibû “Pîrê Ilmê Zanyariya Kimyayê”, bibû “Mereşalê Petrol û Gazê”, me dibihîst ku kurdekî me heye û li civata serok û rêberên serok û wezîrên Qazaxistanê, sercivat û serbêje ye, me dibihîst ku “pispor û aqseqal ango rûspiyê rewşenbîr û akademîsyenan e. Piştî salên 2000î bû, min hê jî herdem li ser dixwend, min behsa wî dikir, min li ser wî guhdariya xelkê dikir, lê hê jî nebibû qismet ku ez li civata wî biqesidim. Min dîsa herdem digot: “Gelo ez ê kengê wî bibînim û li cıvata wî biqesidim?”
* Salih Kevirbirî û Nadir Nadirov
Wext hat û bi riya name û telefonan jî be hevnasiya min û wî çêbû. Herdem digot : “Tu Salihê me yê Kevirbirî yî, ez nivîsên te bi hewaskarî dixwînim, were Alma Atayê, apê te li vir e!” Li ser van gotinan, min dikir bifiriyama ji kêfan! Tenê per û baskên min tunebûn. Ez çend caran çûbûm Yêrevan û Tiflîsê, lê Alma Ataya Qazaxistana li ser sînorê Çînistanê, nebibû nesîb. Piştî van gotinên wî, tebata min nedibû, piyên min erd nedigirt, ji kêf û kelecana çûna wan deran û dîtîna kesên wekî Apê Nadir û Apê Kinyaz, carcaran xew nediket çavên min. Min bi saetan di serê xwe de xeyala civat û qesidînên ku ez ê bi wan re bikim, çêdikir.
Ne şaş bûm sala 2010 yan 2011 bû. Min ne li Stenbolê, lê li Alma Atayê li mala Apê Eliyê Mamedê Îbo -hezar rehme li gora wî be- telefonek jê re vekir û got ku ez li bajarê wî me. Yekser xwest û got: “Hinek xort hebin bila te bînin ba min, heger kesek tunebe, ez xortekî bişînim te bînim ba xwe.” Baş tê bîra min, Apê Elî pêşî ez biribûm cem Apê Kinyaz –ji ber ku me berê telefon dabû Apê Kinyaz û wî xwestibû ku Apê Elî min bibe mala wî-. Piştî çend saetan bû yan jî dotira rojê bû, baş nayê bîra min, em li ber deriyê ofîsa wî bûn. Nizanim me çawa li deriyê wî xist, hindik mabû ku dilê min ji cihê xwe derkeve! Va ye ew leheng li pêşberî min bû! Wey Xwedêyo, spas ji te re! Şikir ji te re ku te îro ez derxistibûm pêşberî vî camêrê mezin! Apê Nadir bi rûkeniya xwe li pêşberî min sekinî bû, “Mêrê Xas ê Akademiya Dinyayê”, “Mareşalê Petrol û Gazê” û “Bavê Ilmê Kimyayê” va ye li pêşberî min sekiniye, çawa ku nevî û kurekî wî me, min hembêz dike! Min destê wî maçî kir û danî ser serê xwe! Wî çaxî bextewarê dinyayê ez bûm, çimkî li civata Apê Nadir qesidîbûm. Spas Xwedêyo, şikir ji navê te re…
***
Di van 11-12 salên dawî de, li Alma Atayê me salê 3-4 caran hev didît. Gelek caran jî bi riya name û telefonan haya me ji hev hebû. Gelek caran min şêwra xwe pê dikir. pir kêfxweş dibû, ez jê kêfxweştir dibûm. Her cara me hev didît, ez jê hînê tiştên nû dibûm. Ew mamosteyekî min ê rastî yê jiyanê bû. Pir serbilind û pir dewlemend bûm bi dîtina wî.
* Salih Kevirbirî û kurê Nadir Nadirov, Prof. Dr. Barîyê Nadir Nadirov
Çendek berê li Alma Atayê, çûm cihê ku lê radizê. Ez li ber kêlên kevirên wî, careke din di dilê xwe de pê re axivîm. Min hîs dikir ku dîsa guhdariya min dike. Vê carê serdaneke cuda bû. Wekî hercar nebe jî, bi dil û can li ber serê wî bûm û min jê re digot, min bi dil û can hîs dikir ku ew serê xwe dihejîne û guhdariya min dike. Li goristanê, li ber serê wî jî min guhdarî dikir û jê hîn dibûm.
Rast e, têkiliya me dibe ku bi awayeke fizîkî qut bibû, lê bi awayeke fikrî û rûhî berdewam dikir û wê heta ez hebim jî berdewam bike. Her cara ez li wî bajarê ku serê xwe li wir daniye biqesidim, ez ê werim axa te maçî bikim, serê xwe deynim ser kêlên kevirên te û kesera dilê xwe bi te re parve bikim, dîsa ji te bipirsim û guhdariya te bikim.
*Gora Nadir Nadirovî
Bêyî bedena te, lê tevî giyanê te yê pak îro salek derbas bûye. Hê jî bawer nakim Apê Nadir, hê jî guhê min li ser dengê telefonê ye ku tu li min bigerî û bi min re biaxivî! Ez pir bêriya te dikim Apê Nadir, axa ber piyê te maç dikim…
24 Tebax 2022 /Stenbol
(SK/FD)
*Ji bo salvegera yekem a mirina Nadir Nadirov hatiye nivîsandin.